Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Em ê bêdengbûnê qebûl nekin’

Dayika 70 salî Hazal Sûncak a ku tevahiya jiyana xwe bi koçberî, zext, girtin û binçavkirinan derbas kir, ji bo çalakiya greva birçîbûnê banga hestiyariyê kir

Gelê kurd ji avabûna Komarê tirk ve li dijî zext, girtin, kuştin, binçavkirin, şewata gundan û koçberiya bi darê zorê, li her qadê li ber xwe didin. Yek ji malbatên kurd ên her tim rastî hemû awayên zextên dewletê hatine malbata Sûncak e. Malbata Sûncak a li gundê Tînate ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijiya, ji ber zextên dewletê û pirsgirêkên xizaniyê neçar dimîne ku berî 57 salan koçî navçeya Kadîfekale ya Îzmîrê bike.

Malbata ku hewl dide li Kadîfekale jiyana xwe dewam bike, di mehên zivîstanê de, diket ser rêya gundê xwe û dixwest biçe gundê xwe yê bi zorê terk kirî. Di salên 1990’an de, ji ber zêdebûna zextên dewletê gundê malbata Sûncak tê şewitandin û cerdevanî li gundiyan tê ferzkirin. Malbat ji wê rojê şûn de, nikare biçe gundê xwe. Li gel ku rêyên gund li malbata Sûncak tên girtin jî, dîsa zextên li ser ferdên malbatê bi dawî nabin.

Zextên ku 57 sal in dewam dikin

Malbat bi avabûna Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) re di sala 1994’an de beşdarî xebatên partiya siyasî dibe û bi vê re zextên li ser malbatê zêdetir dibin. Malbat carek din bi êrîş, serdegirtina malê, binçavkirin û girtinê re rûbirû dimîne. Ya ku herî zêde para xwe ji êrîş û zextan digire Hazal Sûncak a 70 sali ye. Sûncak, 57 salên ku her tim rastî êrîş û zextan hatin vegotin.

Sûncak diyar kir ku tevahiya jiyana wan di bin zilmê de derbas bû û wiha axivî: “Her tim zilm û zordarî

me hat kirin. Mîna tayê porê min, bi ser mala min de girtine. Çi dema ku liv û tevgerek li Kadîfekale çêbe, bi hinceta ‘di mala we de terorîst hene, derbarê we de îxbar heye’ bi ser mala me de digirtin.”

Sûncak bal ser serpêhatiya xwe û ev tişt anî ziman: “Di encama serdegirtina malê de, ez di sala 1997’an hatim binçavkirin û girtin. Ez 3 salan di girtîgehê de mam. Tu carî li dijî malbata min zext bi dawî nebûn. Zextên li ser me tu carî neguherîn. Her tim eynî ne. Me jî her tim li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam kir.”

Kurê wê di greva birçîbûnê de ye

Di axaftina xwe de Sûncak da zanîn ku kurê wê Yilmaz Sûncak ji ber zextên li dijî malbatê di sala 1989’an de tev li refên PKK’ê dibe û wiha rêz kir: “Kurê min piştî 4 salan hat binçavkirin. 50 rojan îşkeceyên herî giran lê kirin. Dûre girtin û cezayê muebeta giran lê birîn. Di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) navê kurê min heye. Nexwiyên wî yên giran hene. Niha li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de, di greva bîrçîbûnê de ye. Pençeşêra tîroîtê bi kurê min heye. Dîsa nexweşiyên KOAH û şekir pê re hene. Êdî çavên wî baş nabîne. Ji ber ku di girtîgehê de nayê dermankirin, her ku diçe rewşa wî girantir dibe.”

‘Em bêdengiyê qebûl nakin’

Her wiha Hazal Sûncak ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, banga hestiyariyê li raya giştî kir û ev peyam da: “Em weke dayikên zarokên wan di girtîgehan de ne, aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Ji bo vê em têkoşîna xwe dewam bikin. Em li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Divê tavilê tecrîd rabe. Zarokên me, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Em ê vê bêdengiyê qebûl nekin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar