Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin’

Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz diyar kir ku wan ji civînên gel ên ku bi dawî kirine encamên erênî wergirtine û got ku ew ê di pêvajoya biryardayînê de bi gel re biaxivin û derbasî pêvajoyeke xurt bibin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên jinûve avakirinê de civînên gel ên li Çûkûrovayê li dar dixistin bi dawî kirin. Civînên di 14’ê tîrmehê de li Mêrsînê dest pê kirin, li navçe û taxan bi tevlibûneke xurt pêk hatin û di civînan de eleqeya jin û ciwanan bal kişand. Di civînên ku gel axivî de mijarên têkildarî nirxandina pêvajoya hilbijartinê, amadekariya hilbijartinên herêmî, diyarkirina pirsgirêkên li bajêr, pêşniyarên çareseriyê û çawaniya mezinkirina rêxistinbûyînê hatin nirxandin.
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz derbarê civînên gel de nirxandinên xwe kirin.
‘Me kêmasiyên xwe dît’
Sariyildiz da zanîn ku ji bo ev kêmasî ji holê bên rakirin, ji komîsyonên taxan heta navenda giştî, ji bo kêmasiyên hatine jiyîn, bên çareserkirin pêwîstî bi nirxandina navxweyî heye û anî ziman ku di hilbijartinê de ew gelek ji hedefên xwe paş ve man. Sariyildiz bi lêv kir ku ji bo dahûrandina encaman civîn hatine kirin û wiha got: “Pêşî li navendê bi nûnerên partiyan re civîn li dar xistin, paşê bi civînên gel em gihîştin merheleyekê. Me kêmasiyên xwe bi xwe dîtin û me rê û rêbazên ji holê rakirina van kêmasiyan nîqaş kirin. Mirov dikare bibêje ku rexneyên ku gelê me ji pencereyeke cuda kirine pir dewlemend û çêker in. Di zindîkirina Modernîteya Demokratîk û fikra rêya 3’yemîn de hin kêmasiyên me çêbûn.”
Civînên xurt
Sariyildiz ê qala mijarên di civînên li Mêrsînê de hatin axaftin kir, wiha domand: “Piraniya mirovên me yên li Çûkûrovayê dijîn karker in û gelemperiya wan karkerên çandiniyê ne. Di hevdîtinên bi gel re hatin kirin de, yek ji pirsgirêkên bingehîn jî pêşniyarên çareseriyê yên krîza aboriyê bû ku ji aliyê desthilata siyasî ve hat afirandin û tiştên ji bo vê armancê divê werin pêşxistin, hatin nîqaşkirin. Pêwîstiya xurtkirina tora têkiliyên di navbera navendê û herêmî de yek ji mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin bû. Bal hat kişandin ser vî tiştî ku divê gel tev li pêvajoya biryardayînê bibe. Li Mersînê civînên gelekî xurt hatin kirin, hema hema li her navçe û taxan civîn hatin lidarxistin. Her roj li cihên cuda 3 civîn dihatin kirin û di vê wateyê de hevdîtinên me yên têrker çêbûn. Piştî vê peyama gel, ji bo ji holê rakirina van kêmasiyan ez difikirim ku divê em pêvajoya pêş veguherînin pêvajoyeke xwerexnekirinê. Partiya me wê di vê mijarê de hesasiyeta pêwîst nîşan bide û xwerexnedayînên pêwîst bide û xebatên ji bo di dema pêş de veguherîne pratîkê bimeşîne.”
Şaredariya Akdenîz û Toroslarê
Sariyildiz da zanîn ku ji bo Şaredariya Akdenîz û Toroslarê di hilbijartinên herêmî de neyên windakirin divê xebatên pêwîst bên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê di hilbijartinên herêmî yên pêş de kêmasiyên di hilbijartinên parlemento û serokkomariyê de hatine jiyîn careke din çênebin. Daxwaza windanekirina Akdenîzê di gel de bi awayekî xurt tê hîskirin. Pêşniyarên ji bo qezenckirina şaredariyê hatin nîqaşkirin û em di pêvajoyeke wisa de ne ku wê rêbazên me xurtir bikin û bi hesabkirina kêmasiyên pêwîst ên di vî warî de plan û bernameyên gel derxin pêşiya me û ji bo vê jî amadekariyên me hene.”
Sariyildiz, bi lêv kir ku pêvajoya encama civînan dê bi komxebat û konferansan temam bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Partiya me ji partiyeke siyasî wêdetir, ji kevneşopiyeke têkoşînê ya ku hêza xwe ji gel distîne û civakê bi gel re bi rêxistin dike, tê. Di vê wateyê de armanca sereke ya partiya me siyasetkirina civakê û entegrekirina siyasetê ya civakê ye. Ji partiyeke sîsteman wêdetir, kevneşopiyeke têkoşînê ye ku em qadan û kolanan lê bi rêxistin dikin. Piştî van hemû hevdîtinan wê pêvajoya tedawiyê dest pê bike. Hem di civînên rêxistinî de hem jî di civînên gel de me kêmasiyên xwe tespît kirin û analîz kirin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, ji komîsyonên taxan heta navenda bajêr em ê bixebitin. Eger gel tev li pêvajoya biryardayînê bibe, wê partiya me hîn bêhtir xwedî lê derkeve. Partiya me xwedî girseyeke rêxistinbûyî û îdeolojîk e. Ne weke partiyên pergalê ji dengdêrekî wêdetir lê nanêrin, di asteke wisa de ye ku xwedî li partiya xwe û têkoşîna xwe derdikevin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di pêvajoya biryardayînê de vê cudahiya xwe dê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin û em ê ruhê sala 2015’an careke din derxînin holê. Partî gel e, gel wekheviya partiyê ye. Di vê wateyê de di vê pêvajoya ku gelê me xwe weke parçeyekji partiyê dibîne de serkeftin neçare.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar