Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Em ê bi azadiya Rêber Apo re pergala desthilatdariyê hilweşînin’

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak diyar kir ku ew xwedî îdiaya jiyanek alternatîf, jiyanekî nimûne ji bo giştî pergala heyî bidin avakirin û  wiha got: “Pergala ku em didin avakirin em çiqasî xwe di ber de berpirsyar bibînin, naveroka wê dagirin em ê ew qasî bikaribin nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin û sîstema desthilatdar ya heyî hilweşînin.”

3’yîn Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê ku bi dirûşmeya ‘Bi avakirina civaka demokratîk û xwe parastina cewherî Rêber Apo azad bikin, dijmin têk bibin’ û bi tevlîbûna 420 delegeyan si 21’ê Sibatê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Di kongreyê de raporên du salan yên Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Meclîsa Ciwanan hatin xwendin. Bi wê ve girêdayî nirxandinên kar û xebatên dû salan û ji bo nebesiyên ku di dû salan de derketibûn rexne û rexnedayîn pêşketin. Her wiha Hevpeymana Civakî û pêşnûmebiryar hatin xwendin û di erêkirina delegeyan re hatin derbazkirin. Piştî wê hilbijartinên hevserokên Meclîsê û hevserokên Dîwana Meclîsê hatin kirin.

Di hilbijartinên hatine kirin de Fîlîz Budak û Ehmed Şehbaz wekî hevserokên Meclîsê, Elî Bilehî û Nûdem Yeman jî ji bo Dîwana Meclîsê hatin hilbijartin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axaftina dawî kir. Fîlîz Budak di axaftinên xwe de Kongre li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî delegeyan pîroz kir û wiha behsa şeş rojên Kongreyê kir: “Di şeş rojan de nirxandinên giranbiha û gelek pêşniyarên ku mirov ji bo dema pêş weke ronahî bide pêşiya xwe hatin kirin. Em di pêvajoyek zehmet re derbaz dibin, rewşa yekemîn ku em xwe di ber de berpirsyar bibînin, rewşa Rêbertî ye. Polîtîkaya îmha û înkarê ya ku li ser gelê Kurd û xaka Kurdistanê tê meşandin ji bo vêya bûyîna bersiv, her wiha ji bo dema pêş ew polîtîkayên li ser wargeh belavkirinê vala derxistin, bi qasî ku ji me tê di aliyê Hikûmeta Iraqê û Netweyên Yekbûyî û di aliyê Herêmê de xebatên ku bên xwesin pêkanîna wana. Wê ev hemû bihêlin ku pergala wargehê hîn zêdetir û xurtir li ser lingan bimîne. Ji ber ku em wek wargeh xwedî îdiaya jiyanek alternatîf, jiyanekî nimûne ji bo giştî pergala heyî bidin avakirin û hemû nimûneyên pergalê ji Wargeha Mexmûr derbazî Bakûr, Başur, Rojhilat û Rojava bibe. Pergala ku em didin avakirin em çiqasî xwe di ber de berpirsyar bibînin, em çiqasî bikaribin naveroka wê dagirin em ê ew qasî bikaribin nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin û sîstema desthilatdar ya heyî hilweşînin. Polîtîkayên valakirina gundan û penaberkirinê yên ku dixwestin li ser esasê civakê bê bingeh û bê ziman bike me wek Wargeha Mexmûr ev polîtîkaya di asta cîhanî de vala derxistiye û zimanê xwe jî heta asta dawî parastiye, me şêweyê jiyanê avakiriye.”

Piştî axaftina girtinê, endamên meclîsa nû ku ji 95 kesan pêk tê, sond xwarin û herî dawî kongre bi xwendina ancamnameya kongrê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar