Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Em ê bi berxwedana xwe Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin’

Jinên efrînî da zanîn ku dewleta tirk di bin bêdengiya navdewletî de xaka wan dagir kir û gelê herêmê koçber kir. Jinan diyar kir ku ew dê rê nedin ku dewleta tirk planên xwe yên li herêmê temam bike û wiha gotin: “Em ê bi berxwedana xwe Efrînê rizgar bikin.”

Hêzên artêşa tirk a dagirker di 20’ê çileya sala 2018’an de êrîşî kantona Efrînê kir. Di encama êrîşê de bi sedan sivîl bi hovane hatin qetilkirin û bi sedhezaran welatiyên Efrînê jî neçarî koçberiyê hatin kirin. Gelemperiya şêniyên Efrînê derbasî kantona Şehbayê bûn. Tevî zor û zehmetiyan jî gelê Efrînê berxwedana xwe didomîne. Têkildarî mijarê jinên efrînî ji ANHA’yê bi Mizgîn Hemo re axivîn.

Ji welatiyan Roşîn Îbrahîm da zanîn ku bi ser dagirkirina Efrînê re du sal derbas bûn û wiha domand: “Dewleta tirk a dagirker bû sedema koçberiya bi sedhezaran efrîniyan a ji war û milkên xwe. Lê tevî vê yekê jî bêdengiya hêzên navdewletî ya li dijî vê karesatê didome. Ji ber vê bêdengiyê jî dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî gelê herêmê bênavber didomîne. Lê em ê berxwedana xwe bidomînin û bi berxwedana xwe jî Efrînê rizgar bikin.”

‘Dewleta tirk xist vîna me bişikîne’

Di heman mijarê de welatiya bi navê Gulê Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta tirk ew koçber kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirk xwest me lawaz bike û îradeya me bişikîne. Lê em nahêlin ev yek pêk bê. her çiqas dagirkeriyê êrîşên xwe zêde kiribin jî em ê berxwedana xwe bidomînin û ji Efrînê dûr nekevin.”

‘Em di berxwedana xwe de bi israrin’

Her wiha welatiya bi navê Hesna Hesen jî got ku tevî zehmetiyên ku ew li Şehbayê dikişînin, ew destûrê nadin ku dewleta tirk a dagirker planên xwe yên li ser herêmê temam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê nehêlin ku herêmên din jî dagir bike. Divê her kes bizane ku em di berxwedana xwe de bi israrin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar