Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’

Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê bi boneya hilbijartinan seyranek li dar xist û di seyranê de biryardariya bi Partiya Çepên Kes ve bi ser bikevin derket holê.

Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Îmrahor Mesîre ya navçeya Arnavutkoyê bi dirûşma “Dîsa ciwan dîsa serkeftin” seyranek lidar xist. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, namzetên parlamenteriyê Dêrsim Dag, Kerem Firtina û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu û bi sedan ciwan beşdarî geştê bûn. Qada seyranê bi pankartên mor ên Partiya Çepên Kesk li ser nivîsî û gelek alên partiyê hate xemilandin. Di seyranê de coşa ciwanan di lûtkeyê de bû.

Di tevahiya çalakiyê de beşdaran li ber stranên kurdî û strana hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk xelekên govendê gerandin û bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar ji hêla ciwanan ve bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî”, çepik û tililiyan ve hate pêşwazîkirin. Uçar, yek bi yek cejna hemû ciwanan pîroz kir û wiha got: “Pir girîng e bê ka wê sedsala nû li ser kîjan dînamîkan were avakirin. Hem sekna ciwanan a li Kurdistanê hem jî coşa we ya ji bo guherandina rejîma yekzilamî nîşan dide ku hûn ciwan kirdeya damezirîner a serdema nû ne. Lê li dijî êrîşên desthilatdariyê, ciwan li her qadê têdikoşin. Ji bo ku em van tiştan pêk bînin, em neçar in ku wan têk bibin.” Li ser vê yekê ciwanan jî dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Uçar, axaftina xwe wiha domand: “Em ê rejîma yekzilamî têk bibin. Divê êdî ciwan siyasetê bi rê ve bibin. Ji kerema xwe di hemû qadên siyaseta demokratîk de cih bigirin.”

Piştre jî namzetê parlamenteriyê Kerem Firtina axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo komara demokratîk em ê tu carî paşvegavê neavêjin. Em ê hewl bidin li her qadê bin.” Di dema axaftina Firtina de ciwanan dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.

Herî dawî jî namzetê parlamenteriyê Dêrsim Dag axivî û got ku ji bo guherandina pergalê tenê 22 roj mane. Ciwanan li ser pirsa “Hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” ya Dag, bi yekdengî bersiva “Partiya Çepên Kesk” dan.

Piştî axaftinan jî Uçar û şandeya pê re li gel ciwanan govend gerand. Ciwanan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Çalakî, piştî dayîna xwarinê û lîstina lîstikan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar