Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

‘Em ê bi berxwedanê erîşan bişkinin’

Li Amedê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Bi tevlebûna parlamenter, hevşaredar û welatiyan girseya kom bûn dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy got ku ew dagirkeriyê red dikin. Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay jî diyar kir ku dê êrîşan bi berxwedanê bişkînin

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu piştî qeyûm tayinî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kir, ji 19’ê tebaxê heta niha 4 rojin li Amed Wan û Mêrdînê çalakiyên girseyî tên li darxistin. Îro li Amedê girseya ku bi tevlibûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê li pêş AZC Plaza ya Ofisê kom bûn tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Girseya di bin dorpêça polîsan de kom bûn, tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî, TOMA girse dorpêç kirin. Girseya ku tev li daxuyaniyê bûn, diruşmeya “Amed vîna me ye” berz kirin.

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku dê her roj çalakiyan li dar bixin û wiha got: “Em û gelê xwe li gel hevşaredarên xwe qeyûman şermezar dikin. Em hişmandiya dagirkeriyê û qeyûman nas nakin û şermezar dikin. Em heta dawî li dijî qeyûm in. Em bang li gelê Amedê dikin. Em berdeka xwe ya demokratik nîşan bidin.”

Bariş Atay: Divê em van êrîşan bişkînin

Cîgirê Serokê Giştî yê TÎP’ê Bariş Atay jî tayînkirina qeyûm û êrîşên polîsan ên li ser gel şermezar kir û wiha got: “Em ê bi her awayî tifaqa bi HDP’ê re berdewam bikin. Tifaqa me hem li kolanan û hem jî li meclisê bi hevre ye. Em ê li her derê li tenişta hev rawestin. Em gavekê jî paşve navêjin. Em mecbûr in bi hevre îktîdarê û êrîşan rawestînin.”

Çîftyurek: Em ê li dijî neheqîyê li ber xwe bidin

Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî wiha got: “Çima hilbijêrên AKP’ê dibe vîn û çima ya gelê kurd nabe vîn. Em ê her dem li dijî vê zilm û neheqiyê li kolanan li ber xwe bidin. Em li dijî vê neheqî û zilmê bên cem hev û bibin yek. Vîna gel dikin hedef. Ez bang li hemû gelê kurd û çar perçeyên Kurdistanê dikim. Em li vina xwe xwedî derkevin.”

Girsê piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar