Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi dagirkerina şaredariyên Mêrdîn, Esenyûrt, Êlih, Colemêrg û Xelfetiyê rûyê xwe yê rast derxist holê. Berxwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 5’emîn de didome. Welatiyên her roj tên pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm didin û xwedî li îradeya xwe derdikevin. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan têkildarî tayînkirina qeyûm û berxwedana gel axivîn.
Karayilan got ku AKP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji derve 4 hezar û 800 deng aniye û ev tişt anî ziman: “Zîhniyeta qeyûm, derfetên dewletê bi kar anî û xwest bi rêya tundî, zext, rantxwirî û dizîkeriyê qedera hilbijartinê biguherîne. Di roja hilbijartinê 70-80 mafya jî anî û mudaxileyî sindoqan kirin. Namzetê AKP’ê tam weke serçeteyekî tevgeriya. Lê tevî her tiştî jî gel rê neda wan.”
Karayilan diyar kir ku di nava 7 mehan de wan xizmet ji gel re kir û wiha domand: “Me deriyê şaredariyê li her kesî vekir. Gelê me piştî 8 salan cara ewil kete şaredariyan û ji keyfa digiriyan. Me şaredarî bi deynekî mezin dewr girt. Tevî kêm derfetan jî me piraniya wan deynan da. Di mijara xizmetê de em wekî hev nêzî her kesî bûn. Ev jî encama feraseta me ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk e. Me şaredarî bi hemû gelan re birêve bir. Qeyûm ev û hevserokatî hedef girt.”
Di berdewamê de Karayilan bi bîr xist ku Xelfetî bajarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Jixwe sedema sereke ya hedefgirtina Xelfetiyê jî ev bû. Em vê weke helwestekî li dijî birêz Abdullah Ocalan dibînin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Hemû hewldanên birêz Ocalan ji bo pêkvejiyana gelên Tirkiyeyê, pêşxistina nirxên hevpar û çanda demokrasiyê ye. Dixwaze li erdnîgariya me aştî û demokrasî çêbibe.”
Bi domdarî Karayilan ev tişt anî ziman: “Qeyûm, bingeha xwe ji tecrîdê digire. Me bang li partî û derdorên cuda yên Tirkiyeyê kir û got ku dê sibe li we jî qeyûm bikin. Heke bi rastî jî di vê mijarê de bertekên pêwîst nîşan dabûna, dê îro li Esenyûrtê qeyûm tayîn nekirana. Ji kurdan heta tirk, ereb, azerî, xiristiyan, misilman, sunî û elewî li Esenyurtê gelek derdorên cuda dijîn. Di esasê xwe de yekperestî nexweşî ye. Jehrkuja vê jî piranîparêzî ye. Divê em jiyaneke piranîparêz a demokratîk esas bigirin. Tekena tişta ku dê me ji zîhniyeta yekperest rizgar bike; piştevanî, hevkarî û xurtkirina tifaqên demokratîk in.”
Karayilan bi lêv kir ku yên qeyûm tayîn kirin di demên berê de têk çûn û dê niha jî têk biçin û ev nirxandin kir: “Mentiqa faşîzan, di zilm û zextê de pir biîstîqrar e. Lê hewceye vê bizanin; gelê me jî ji bo tiştên aydê xwe bistînin di berxwedanê de pir biisrar e. Gelê me li pêşiya şaredariyê gotina xwe dike û berteka xwe nîşan dide. Heta ku zîhniyeta qeyûmparêz paşvegavê diavêje û em tişta aydê xwe distînin dê ev têkoşîn bidome. Gelê me em bi tenê nehiştin û divê em li vir bi hev re bêhtir xwedî li îradyeya xwe derkevin. Her dengek, her dilek û her destek dê me bihêztir bike.”
Hevşaredar Saniye Bayram jî bi bîr xist ku di şert û mercên newekhev de ketine hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “Tevî jî em bi ser ketin. Di 31’ê adarê de reqîbê me hemû derfetên dewletê bi kar anî. Me jî tenê piştgirî ji gelê xwe girt. Gel ji me xwest ku em qeyûman bişînin. Bi mûçe, derxistina ji kar û hwd. gef li gel xwarin lê bi ser neketin. Bi hezaran deng veguhestin lê dîsa jî me bi ferqekî mezin qezenc kir.”
Saniye Bayram daxuyand ku dê mesaiyên ewil ên şaredariyê de deriyên avahî li tevahiya gel vekin û axaftina xwe wiha qedand: “Me hemû astengiyên li pêşiya şaredariyê rakirin. Di 8 salan de ev der veguherandibûn qereqolan. Lê me dîsa ji bo gel vekir. Hin kesan digot cara ewil e dikevin avahiya şaredariyê. Me wêraneyek dewr girt. Bi milyonan lîre deyn hiştibûn. Bi hezaran donimên erdê me firotibûn. Me di 7 mehan de ji neyiyê gelek tişt afirand. Me bi derziyê kola û her tim di nava gel de bûn. Me diz teşhîr kirin. Lewma qeyûm tayîn kirin. Me xwest ji bo jinan hin tiştan bikin. Xwestin pêşiya vê bigirin. Hevşaredarê me tirkmen û ez jî kurd im. Pirsgirêkeke me bi hev re tune ye. Bila me rehet bihêlin. Em vê zîhniyetê baş nas dikin. Bi qeyûm re bi hezaran polîs anîn pêşiya şaredariyê. Çiqas zilmê bikin jî em ê paşvegavê neavêjin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila gel xwedî li îradeya xwe derkeve. Heke em îro dengê xwe nekin sibe êdî dê dereng be. Em her kesî vedixwînin berxwedanê. Heta em qeyûman dişînin em ê li mala xwe rehet rûnenên.”