PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bigihêjin serrkeftinê’

Jinan der barê 25’ê Mijdarê de ev tişt anîn ziman: “Em ê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê bi hev re bigihêjin serkeftinê. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan dengê xwe bilind bikin.”


25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma ‘Li dijî tundiya mêr jin jiyan azadî’ starta 25’ê Mijdarê da. Jin li dijî tundiyê bi rêxistibûnê têkoşîna xwe didomînin. Jinên TJA’yî der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de axivîn.

Endama meclîsa şaredariya Tuşbayê Mizgîn Avras got li Tirkiyeyê rojê herî kêm sê jin tundiyê dibînin, qetilkirina jin û zarokan roj bi roj zêde dibe. Mizgîn Avras wiha vegot: “Divê kes bêdeng nemîne. Hefteya 25’ê mijdarê hefteya têkoşînê ye. Ji bo vê divê em rêxistibûna xwe zêde bikin û xebatên xwe bimeşînin. Di bin qetilkirinan de zîhniyeta mêr heye.Nêrîna siyasî ya li hember tundiya jinan baş tê dîtin. Desthilatdarî ji bo jinan biparêze gavekê navêje. Peymana Stenbolê fesh dike. Ev jî cesaretê dide mêr. Nêzîkatiya wan jinan tune dihesibîne. Tundî ne tenê fîzîkî ye. Tundî bi gotinê jî tê meşandin. Em bang li jinan dikin bila netirsin em li vir in em bi hev re xurtin.”

Endama meclîsa şaredariya Ebexê Evîn Karahan anî ziman ku jin tenê tundiya fîzîkî nabînin, her cureyê tundiyê tê kirin û wiha dirêjî dayê: “Dixwazin tundî û qetilkirinan rewa bikin. Em bi jiyan jiyan azadî wê têkoşîna xwe mezin bikin. Mixabin polîtîkayên şer li her derê li pêş me ne. Em jin wê bi hev re bigihêjin serkeftinê. Em ê bi ruhê jin jiyan azadî têkoşîna xwe mezin bikin.”

Endama meclîsa şaredariya Tûşbayê Leyla Çelîk jî wiha bi lêv kir: “Felsefeya jin jiyan azadî nîşan dide ku jin li ku derê ne. Nîşaneya zîhniyeta mêr a hezaran salî qetilkirinên jinan yên îro tên kirinin. Divê em li dijî vê zîhniyeta mêr têbikoşin. Nasnameya jinê tê tunekirin. Dixwazin jinan tuneb ikin. Em bang li hemû jinan dikin bila têkoşîna xwe bilind bikin. Jin jiyan azadî û têkoşîne.”

Hevseroka DEM Partî ya Bazidê Hamîde Temel jî der barê 25’ê mijdarê de axivî û got ji bo ji tundiya li ser jinan re bêjin êdî bes e wê bên gel hev û wiha vegot: “Demên dawî de qetilkirina jin û zarokan zêde bû. Ji bo em bi awayekî xurt van qetilkirinan şermezar bikin em jinan dipên qadan.”

Jina bi navê Nezahat Guler jî wiha nirxandin kir: “Ez qeitlkirina jinan, tundiya li ser jinan şermezar dikim. Ji bo em pêşî li van qetilkirina bigirin em li qadan bên gel hev. Jinên tundiyê dibînin bila li pişt deriyan nemînin. Bila derkevin qadan û bêjin em hene.”

Hevşaredara Bazidê Hayat Zorbay jî ev bang kir: “Em ji bo hemû jinên hatine qetilkirin jinan vedixwînin qadên 25’ê mijdarê.”

Hevşaredara Avkevirê Cemîle Duman jî diyar kir ku divê her kes li dijî qirkirina jinan di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û wiha dawî lê anî: “ Divê em jin dengê xwe hîn bilindtir bikin. Divê em ji qetilkirinan re bêjin êdî bes e.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Agiriyê Ayşe Karakuş jî diyar kir ku divê têkoşîna jinan li dijî tundiyê bidome û wiha bi dawî kir: “Bila hemû jin deng bidin bang û têkoşîna me. Divê em bên gel hev û destê hev bigirin. Em dengê xwe bigihînin hemû kesî. Bila jin 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar