Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Pazar - 13 Ekim 2024

‘Em ê bi Rêber Apo re teqez jiyaneke azad ava bikin’

Gerîla Arjîn Celalî diyar kir ku komplo di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de li dijî jinan hat kirin û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji me bê xwestin em ê bikin, eger pêwîstî pê hebe em ê canê xwe feda bikin. Em ê bi Rêbertî re teqez jiyaneke azad ava bikin."

Ji gerîlayên YJA Starê Arjîn Celalî ya rojhilatê Kurdistanê têkildarî komloya 9’ê Cotmehê axivî. Arjîn Celalî diyar kir ku komplo di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de li dijî jinan hat kirin û got, “Eger li cihekî jin kole be, civak jî kole ye. Ji dema ku tevlî nava refên gerîla bûme û vir ve bi vê rastiyê hesiyam. Sîstema bi serweriya mêr jinan her tim hewl da têgihiştineke welê biafirîne ku jin di asta duyemîn de ye û ev fikir bi min re jî peyda bûbû. Piştî ku tevlî nava partiyê bûm, min baştir fêhm kir ku êrîşa li dijî Rêbertî di heman demê de li dijî jin a azad e.

Dewlet desthilatdarî ye û zextê li jinê dike. Mînakên şênber ên vê yekê li Îranê û Rojhilata Navîn e. Bi zorê dikin ku jin serê xwe binixumînin, lê belê bi esasî fikrê jinê têne nixumandin. Jinên mîna Jîna Emînî ev rastî dîtin, li ber rabûn û desthilatdarî qebûl nekirin. Ji ber ku dewlet desthilatdariya mezin be, malbat jî dewlet a biçûk e. Bi rêya malbatê jin têne binpêkirin û kolekirin. Ji jinan ditirsin; jin hem dewletê hem jî malbatê ditirsîne. Komplo jî bi vê armancê tê kirin; ji bo jin xwe nas nekin û timî weke kole bimînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji me bê xwestin em ê bikin, eger pêwîstî pê hebe em ê canê xwe feda bikin. Em ê bi Rêbertî re teqez jiyaneke azad ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar