Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Em ê bi rengê Leyla bijîn, têbikoşin û bi ser bikevin’

Jinên RJAK’î ji bo Leyla Guven a 128 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyam şandin û gotin ku ew ê bi rengê Leyla bijîn, têbikoşin û bi ser bikevin

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ji bo hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 128 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand.

Nameya ku bi ser navê ‘Jina rojê, dayika pîroz û jina berxwedêr’ hat nivîsandin, wiha hat gotin: “Em ji cih û warên Leyla Qasiman, Leyla Waliyan, ji bo cih û warên Leyla Guvenan bi silavên herî xweşik dibin merheba.  Berxwedêr li dijî hêzên şer nîşaneya îrade, bawerî, hezkirin û serketinê ne.

Di peyama RJAK’ê de hat ragihandin ku Guven bûye rastiya raperîner, ziman û dengê jinên mafên wê hatine tepisandin û wiha hat domand: “Wêrekiya we ya mîna okyanûsan bêdawî, hêz û moralê dide me jinên başûrê Kurdistanê. Leheng ew kes in ku ruhê serdemê baş dibînin û dîrokê dinivîsînin. Tenê ew bûne zimanê hezkirinê, hêviyê û hesreta winda. Ji ber vê yekê, mafê lehengan e ku bibin ziman, deng, qîrîn, çalakî û serketina civakê. Tu îro bûye rastiya raperîner, ziman, dengê jinên nav, nasname, ked û wateya xwe hatiye tunekirin.”

RJAK’ê ragihand ku hêza vîna Guven tirsê dixe dilê zaliman, kelecanê dide mezlûman û wiha got: “Tu bûye senteza lehengên li ser vê axê hemûyan û bi vî rengî li dil û mejiyan neqişiya.”

Her wiha RJAK’ê destnîşan kir ku deng û çavên bi coş ên Guven dê wijdanên korbûne teqez bilivîne û name wiha bi dawî bû: “Em jinên RJAK’î sekna te ya xwedî îrade ku nîşaneya dilsoziya azadiyê ye, dişopînin. Wêneyê ku te xêz kir, strana te got, dengê me hemûyan e. Tu bûye nav, deng û çalakiya azadiyê ya jinan hemûyan. Tu yê weke jineke evîndar û pîroz di têkoşîn û dilê me de her hebî. Em sozê didin ku bi rengê Leyla bijîn, têbikoşin û bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar