Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Em ê bi ruhê yekitiyê biçen kongreyê’

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan diyar kir ku ew ê di 30’ê mijdarê de bi ruhê yekitiya neteweyî kongreya partiya xwe lidar bixin û divê ev rojeva lezgîn a kurdan neyê paşde xistin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi şîara ‘Em bi ruhê yekitiya neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin’ dê di 30’ê Mijdarê de li Enqereyê lidar bixe. DBP’ê piştî civînên xwe yên navendî biryara lidarxistina kongreyê girt.

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan têkildarî kongreya ku bê lidarxistin axivî.

Arslan diyar kir ku ji ber zext û sepanên antî demokratîk ên AKP’ê li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk wateya xwe winda kiriye û wiha got: “Ji bo tenê wateyek van sepanan heye. AKP wateyê li siyaseta demokratîk û hilbijartinê zêde nake. Bi rejîma yekzilamî her roj li Tirkiyeyê qanûnên tên binpêkirin. Îdia dikin ku vî welatî birêve bibin. Lê bi van ferzkirin û sepanên xwe yên li ser civak û siyasetê nikarin birêve bibin.”

‘Ji bo destkeftiyên kurdan em têdikoşin’

Arslan da zanîn ku tevî hemû zext û zordariyên li ser partiya wan û partiyên kurd jî ew di siyaseta demokratîk de israra xwe dewam dikin û wiha domand: “Ji ber vê yekê me biryara kongreyê girt. Em wek DBP’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û kurd destkeftiyên xwe qezenc bikin bi rêyên demokratîk têdikoşin.”

 Di siyaseta demokratîk de bi israr in

Di axaftina xwe de Arslan destnîşan kir ku DBP li dijî feraseta yekperest a li Tirkiyeyê ji bo pêvajoyek demokratîk, wekhev û azad li pêş bikeve têdikoşe û wiha pêde çû: “Bi salan e li qada siyaseta demokratîk li gel hemû astengiyan jî em wek DBP’ê ji bo berpirsiyariya li hember gelên me em di siyaseta demokratîk de israr dikin. Ji ber vê yekê jî em di şertên zehmet de têdikoşin. Hevseroka me ya Giştî Sebahat Tuncel jî di nav de gelek rêveberên me girtî ne. Mixabin AKP ji bo ku partiya me bêfonksiyon bike van zextan dike. Bi girtinan dixwazin partiya me nikaribe biaxive. Tevî vê yekê em dibêjin divê qada siyaseta demokratîk vekirî bimîne û birêvebirina siyaseta demokratîk û pirsgirêk werin çareserkirin em ê kongreya xwe pêk bînin. Em ê ji bo pirsgirêkên li Tirkiye û derbarê pirsgirêka kurd de ramanên xwe bînin ziman.”

‘Em ji bo HDP’ê vekişiyan’

Arslan anî ziman ku beriya kongreyê wan li gelek bajar û navçeyan rêxistinên xwe fesh kirine û wiha axivî: “Me tenê rêxistinên xwe yên li Dîlok, Amed, Wan û Mêrdînê parast. Sedema vê jî ew e ku li Tirkiyeyê bi taybetî li dijî siyaseta demokratîk a kurd gelek êrîş hene. Îro li Tirkiyeyê rastiya HDP’ê ku siyaseta demokratîk a krud û muxalafetek sereke ya li Tirkiyeyê dike heye. Em jî partiyek ku pêkhateya HDP’ê xurt dikin in. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê em yek ji partiyên herî bi hêz in. Hin bêtir HDP xurt bibe û fikra HDP li Tirkiyeyê were rûniştandin me biryar girt ku em di bin sîwana HDP’ê de têkoşîna xwe ya demokratîk birêve bibin. Ji ber vê yekê jî em neçarbûn pozîsyona rêxistinkirina xwe binirxînin. Li gelek qadan em di leha HDP’ê de vekişiyan û me vê biryarê xist meriyetê.”

Li her deverê gotinên xwe bînin ziman

Arslan diyar kir ku ji bo çareseriyên pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê û bi taybetî jî çareserkirina pirsgirêka kurd dê li her deverê gotinên xwe bînin ziman û xebatên xwe dewam bikin.

Di berdewamê de Arslan da zanîn ku ji bilî 4 bajaran feskirina rêxistinên xwe din divê wek qelsiyê neyê nirxandin û ev tişt anî ziman: “Ev ne xwe paşde kişandinek e. Ji bo HDP bêtir bi hêz siyaset û xebatek rêxistinkirî bimeşîne me van rêxistinên xwe fesh kir. Têkoşîna me dewam dike.”

Yekitiya neteweyî lezgîn e

Di axaftina xwe de Arslan destnîşan kir ku ew bi ruhê yekitiya neteweyî ya kurd dê kongreya xwe lidar bixin û wiha got: “Di nav kurdan de êdî yekitiya neteweyî rojevek biqasî ku neyê paşda xistin lezgîn e. Gelê kurd her dawî di êrîşên li dijî Rojava de dît ku tekane mîsogeriya rizgariyê heye ew jî yekitiya kurdan e. Ji ber vê yekê kurd ji aliyê serdestan ve dabeşî 4 parçeyan kirine. Halbûkî kurd yek parçe ne. Kudistan Kurdistan e. Hêviya me ew e ku di sedsala 21’ê de kurd bibin yek.”

Her kesî vexwend kongreyê

Her wiha Arslan hem bang li Tirkiyeyê hem jî li gelên Kurdistanê kir û xwest her kes li dijî faşîzma li ser wan tê ferzkirin ji bo azadiyê û demokrasî li pêş bikeve li derdora DBP’ê bibin xelek û hemû aliyan vexwend kongreya partiya xwe ya di 30’ê mijdarê de dê pêk were.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar