Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Em ê bibin dengê rengê gelên Aydinê’

Rojîn Tanhan Dogan destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk partiya jinan, ciwanan, kedkar, karker, teqewîd û hemû reng û netewan e û got: “Em ê ji vir du parlamenterên jin bên bijartin. Em ê bibin dengê hemû gelên li Aydinê.”    

Partiya Çepên Kesk ji bo bigihêje armanca xwe ya ku bijartina 100 parlamenteran daniye pêşiya xwe, bênavber li bajarên herêma Egeyê jî xebatên xwe didomîne. Yek ji van bajarên Egeyê ku Partiya Çepên Kesk dibêje herî kêm dê 2 parlamenteran derxe jî Aydin e.

HDP’ê di hilbijartina giştî ya sala 2018’an de parlamenterek derxist lê ji ber qanûna tifaqê ya wê serdemê ew parlamenterek HDP’ê ji AKP’ê re çû. HDP’ê di hilbijartina 2018’an de 68 hezar û 541 deng sitendibû. Niha jî Partiya Çepên Kesk dixwaze wê rêjeyê derxe du qadan û bijartina 2 parlamenterên jin daniye pêşiya xwe. Li Aydinê 8 parlamenter hene.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê û Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Aydinê ji bo namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk di rêza yekemîn de cih digire. Namzeta parlamenteriyê ya rêza duyemîn jî Rojîn Tanhan Dogan e. Partiya Çepên Kesk a ku bi têkoşîn û nasnameya jinan tê nasîn, hewl dide Aydinê veguherîne reng û dengê jinan. Rojîn Tanhan Dogan ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşîna azadiya kurdan de cih digire û bi enerjiya xwe ya berz balê dikişîne ser xwe.

Rojîn hê pitik e para xwe ji hovîtiya tirk digre 

Dogan ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ye. Malbatê wê jî ji ber zext û zordariya dewletê di sala 1992’yan de ji Nisêbînê koçî Edeneyê dike û ew li taxa Barbarosê ya navçeya Seyhana Edeneyê ku bi piraniya nifûsa wê kurd û ereb in tê dinyê. Têkoşîna Dogan jî wek her zarokek kurd ji biçûkatiyê ve dest pê dike û ew hê pitik e ji mirinê xilas dibe. Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di sala 1993’yan de li Êlihê hat qetilkirin xizmê Dogan e. Malbata Dogan ji bo şîna Mehmet Sîncar tê Qoserê. Li dijî şîna Mehmet Sîncar êrîşa bombeyî pêk tê û Rojîn Tanhan Dogan ku hê pitik e di êrîşê de birîndar dibe. Dema êrîş pêk tê Rojînê li ser banê xanî razayî ye û parçeyên şarapnelê lê dikeve û birîndar dibe. Rojînê û xizmek xwe bi giranî birîndar dibin. Ji ber dorpêça leşkeran tedawiya wan hat astengkirin. Ji ber lêşkeran her dever û nexweşxane xistine dorpêçê Rojîn Tanhan Dogan û dayika xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê heta serê sibehê bi tenê dimînin. Piştre mamê wê yê bijîşk tedawiya biraziya xwe dike û hê jî parçeyên şarapnelê di bedena Dogan de hene. Ew birîn û êrîş kir ku Rojînê her tim di nava refên têkoşînê de be.

Ew bi gelek zoriyan re rûbirû maye

Dogan her tim ji birînên di bedena xwe de haydar e. 6 salî ye hevjîna Mehmet Sîncar, Cihan Sîncar jê re dibêje, “tu gazî yî” û wisa sedema birînên xwe hîn dibe. Dogan diyar kir ku ew wê kêliyê dikeve nava tirsek mezin û niha jî dema ew dengê sîlehê ango dengek berz dibîhize pir ditirse. Dogan dibêje ew di salên xwe yên xwendekariyê ya dibistana navîn de bi nasnameya xwe ya kurdbûnê dihese. Dogan anî ziman ku ew di pola 7’emîn de ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê bi cihêkariyê re rûbirû dimîne û têkoşîna wê jî ji wan salan dest pê kir. Dogan da zanîn ku dema ew diçe lîseyê malbata wê di sala 2008’an de vedigere Nisêbînê û têkoşîna wê ya kurdbûnê hin di çarçoveyek berfireh de berdewam dike. Dogan dibêje ku.

Ewê têkoşîna xwe ya kurdbûnê û jinbûnê mezin bike 

Dogan anî ziman ku ew gelek ji sporê hez dike lê ji ber parçeyên şarapnelê ya di bedena wê de dema sporê dike her tim zehmetî kişandiye lê tevî vê yekê jî dest ji sporê berneda û di sala 2011’an de Beşa Mamostetiyê ya Perwerdehiya Bedenê ya Zanîngeha Karabukê qezenc dike. Dogan da zanîn ku li zanîngehê ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimîne û dikanên taxê nan jî nadin wê û di sala 2014’an de derbasî Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê dibe. Dogan got ew ji vê zanîngehê perwerdehiya xwe kuta dike û bi salan li benda tayînkirina wezîfeyê disekine û ji ber nayê tayînkirin demek mamostetiya bi heq dike. Dogan diyar kir ku ji ber nasnameya wê ya kurdbûnê rêveberiya dibistanê wê ji kar derdixe û doza wê ya tazmînatê ku li dibistanê vekiriye hê jî didome. Dogan da zanîn ku ev demek e ew li Aydinê dikandariyê dike û ji bo ew têkoşîna xwe ya kurdbûnê û jinbûnê berfireh bike di Partiya Çepên Kesk de bûye namzeta parlamenteriyê.

‘Em ê ji vir du parlamenterên jin bên bijartin’

Dogan da zanîn ku ji ber nasnameya xwe her tim bi cihêkariyê re rûbirû maye û ev yek jî bûye sedema ku her tim têkoşîna wê zêdetir bibe û her tiştê wê ji têkoşîna nasnametiyê dest pê kir. Dogan destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk partiya jinan, ciwanan, kedkar, karker, teqewîd û hemû reng û netewan e û got: “Em ê ji vir du parlamenterên jin bên bijartin. Em ê bibin dengê hemû gelên li Aydinê. Li Aydinê xebatên me pir rengîn û xurt derbas dibin. Em dixwazin her kes piştevaniya me bike. Bi taybetî em ji jinan û ciwanan li benda vê piştevaniyê ne. Em hêvîdarin wê xwedî li me derkevin û ji bo em bibin deng û rengê wan, em ê biçin Meclisê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar