Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em ê bloka dijfaşîst mezin bikin’

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, der barê geşedanên dawî de li navenda giştî ya HDP’ê civina çapemeniyê li dar xist.

Gunay di destpêka axaftina xwe de têkildarî 8’emîn salvegera avakirina HDP’ê axivî û wiha got: “8 sal berê bi armanca nefesekê bide gelê Tirkiyeyê û ji bo pêşerojek azad û demokratîk ava bikin em li hev kom bûn û bi biryara HDK’ê me HDP ava kir. Me li dijî yekperestiyê partiya pir alî û pir rengî ava kir. Em bûn alternatîfa partiyên pergalî. Em bûn hêvî. Me di nava yekitiya wekhev û azad de cihê xwe girt. Me bi siyaseta rêya sêyemîn, kesên ku dibêjin têk naçin me ew têk birin. Me hem li kolanê û hem jî li meclisê siyaset pêş xist. Em bûn heviya kesên bindest kedkar û xizanan.”

Gunay destnîşan kir ku HDP 5 sal in bi êrîşên pir mezin re rû bi rû ne û li gel van êrîşan têkoşîna xwe berdewam dikin û ev tişt anî ziman: “Em li dijî êrîşên faşîzmê têkoşîna xwe ya dijfaşîzmê mezin dikin û pêş dixin. Em li dijî faşîzmê bloka dijfaşîst mezin dikin. Hilbijêrên me tenê ji ber dengê xwe didin me, zext û tundiya li ser wan kêm nabe. Têne binçavkirin, girtin. Dibin hedefa bombe û komkujiyan. Tên girtin û sirgûn dibin. Bi hezaran kedkar û bi mirina sivîl re rû bi rû dimînin. Em hewl didin rêberiya wan bikin. Tu partî, ji hezarî yek zext û tundiya li partiya me tê kirin, ger li wan bê kirin nikarin li ser pêyan bimînin. Bi taybetî AKP û MHP ya li ser rantê hatiye avakirin, dê di nava çend mehan de ser û bin bibin û hilweşîn. Çima HDP li gel ew qas êrîş û zextan li ser pêyan dimîne. Ji ber ku HDP li ser paradîgmayek xurt hatiye avakirin û hêza xwe ji gel distîne.”

‘Em xweşikî û dewlemendiya welatê xwe nadin deste tu kesî’

Di berdewamê de Gunay anî ziman ku HDP li dijî faşîzma AKP-MHP’ê kozika berxwedanê ya herî mezin e û wiha lê zêde kir: “Em xweşikî û dewlemendiya welatê xwe bi destê tu kesî ve bernadin. Em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Em ê vê mijê belav bikin. Em ê bibin çareserî. Em ê bibin partiya pêşenga çareseriyê. Em tu tawîzan ji têkoşîna çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane nadin. Yên dixwazin ji HDP’ê rantê bi dest bixin û ranta dixwazin nabînin êrîşên li dijî HDP’ê zêde dikin û dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin. Ger hûn dixwazin îlla têkiliya me û cihekî çêkin, em bêjin têkiliya me ya herî mezin bi gelê me re ye. Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin. Teqez em ê aştî, edalet û demokrasiyê bînin vî welatî. Em ê roja yekşemê 18’ê cotmehê li Stenbolê bi şahiyek mezin 8’emîn salvegera xwe pîroz bikin. Em hemû dost û hogirê xwe dawetî vê pîrozbahiyê dikin.”

Qedexekirina kurdî

Gunay bertek nîşanî qedexeya lîstika kurdî ya Teatra Jiyana Nû ya Navenda Çanda Mezopotamya da û wiha pêde çû: “Wezirê Karên Hundir û walî bi hinceta ‘Ewlehiya cemaweriyê’ lîstik qedexe kirin. Ev rewşek rezîl e. Ev lîstik ji berhemê Dario Fo yê îtalî hatiye amadekirin. Berê jî bi dehan caran hat pêşandan. Bi kurtî û tirkî hat pêşandan. Ev lîstik bi awayekî rezen di sala 1981’an de ji aliyê Nivîskar Dario Fo ve hat nivîsandin. Daxuyaniyên Walî û Wezîr gotinên rêzdar Vedat Turkalî ya ‘Ew qas cahildî (Nezanî) bi perwerdehiyê derbas dibe’ tîne bîra mirov. Ger misqalek şerm bi wan re hebe, rojekê li vê qoltixê namînin. Ev nîşaneya dijminantiya kurdî ye. Êrîşa li dijî kurdî bi vê yekê ne bi sînor e. Vê îktîdarê Rojnameya Azadiya Welat û Enstituya Kurdî da girtin. Mohr li dibistanên kurdî xist. Li meclisê kurdî wekî zimanê nayê zanîn pênase kir.”

‘Bi girtina rojnamgeran rastiyan vedişêrin’

Di berdewamê Gunay bal kişand ser girtina rojnamegerên Ajansa Mezopotamya û JinNewsê jî û wiha got: “Li Wanê Osman Şiban û Servet Turgut ji helikopterê avêtin. Lê der barê kesên ew ji helîkopterê avêtin lêpirsîn û doz nehat vekirin. Tekîldarî vê meseleyê yek kes jî nehat binçavkirin û girtin. Lê nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala ku rastî ronî kirin hatin girtin.”

Doza Îpek Er doza hemû jinan e

Gunay, bal kişand ser doza Îpek Er ê çawîşê pispor tecawizî wê kir û bû sedema mirina wê û ev tişt anî ziman: “Îro kujer Musa Orhan dê dîsa bê darizandin danişîna dozê li Yekemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bê dîtin. Ev doza bê dîtin doza hemû jinan e. Em hem wekî HDP’ê û hem jî wekî Meclisa Jinan a HDP’ê heta dawî em ê li vê dozê û têkoşînê xwedî derkevin. Ji bo Musa Orhan bê cezakirin çi ji destê me bê em ê bikin.”

 Êrîşên li dijî baroyan û TTB’ê

Her wiha Gunay êrîşa li dijî Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û rêxistinên pîşeyî jî nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heman hişmendî li dijî baroyan jî derket holê. Wezîrê Karên Hundir xwe di ser zagon û qanûnan re dibîne. Bi giştînameyekê zagon betal kirin. Ev giştînameya Wezîr pir aşkera li dijî hiqûqê ye. Erdogan di civîna dawî ya komê de TTB kir hedefa xwe. Aşkera kir ku dê mudaxaleyî TTB’ê bike. Li her derê heman bê hiqûqî heye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar