Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin’

Jinên ciwan ên HDP’î, diyar kirin ku projeya zanîngehên jinan, parçeyeke polîtîkayên ji hev cudakirina jinan e û wiha gotin: “Em ê li dijî van polîtîkayên zayendperest têkoşîna xwe dewam bikin û çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin.”

Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê projeya zanîngehên jinan a ku YOK’ê li ser fermana serokkomarê AKP’î Erdogan xistiye bernameya xwe de, civîna çapemeniyê li avahiya partiya xwe ya Stenbolê li dar xist. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag û gelek jin beşdarî civînê bûn.

Parlamenter Dersim Dag, di civînê de axivî û wiha got: “Desthilatdarî ev 20 sal in, ji bo ku jina kole ava bike, pergala perwerdê bi kar tîne. Bi vê projeya mînaka wê ji Japonya girtiye, dixwaze jinan li malê hepis bike. Ev proje sînordarkirina jinan e. Lê jin vê projeyê naxwazin. Bi vê projeyê dixwazin sînoran ji bo jinan xêz bikin. Em baş dizanîn ku dê di van zanîngehan de çi perwerdê bidin jinan. Desthilatdariya ku faîl û qatilên jinan ceza neke, hewl dide zanîngehên jinan ava bike. Ev nakokiyek mezin e. Armanca wan ne perwerdekirina jinan e, hepiskirina jinan e. Em ê li dijî zanîngehên jinan, ji bo qadên demokratîk, azadîxwaz, zimanê zikmakî, nasnameya jinan û perwerdeya jinan, têkoşîna xwe dewam bikin. Em bang li hemû jinan dikin, vê pergala perwerdê ya ku serdest dixwaze bixe bin serweriya xwe dikin ku red bikin.”

Banga têkoşînê

Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Esengul Kiliç jî, da zanîn ku AKP bi projeya zanîngehên jinan, dixwaze jinên ciwan bi feraseta xwe mezin pêş bixe.

Kiliç dest nîşan kir ku hikumeta AKP’ê bi vê polîtîkaya xwe ya qirêj, xeyal û hêza ciwanan ji holê rabike û ev tişt anî ziman: “AKP hewl dide dînamîzmaya ciwanan tune bike û li gorî xwe ciwanan ava bike. Hikûmeta AKP’ê ji sala 2002’an ve polîtîkayên dijminantiya jinan bi rêve dibe. Niha jî dixwaze di pergala perwerdê de biçe hin guhertinan û bi vê rêbaza perwerdê jinan ji jiyana perwerdê dûr bixe. Ji bo vê em dibêjin em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe dewam bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar