Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Em ê dengê xwe bilindtir bikin’

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), li dijî êrîşên polîsan meşiya û diyar kir ku ew paşve gav navêjin û dê dengê xwe bilindtir bikin. Her wiha Yekitiya Jinên Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da çalakiya Leyla Guven

 Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), li ber AZC Plaza ya Ofîsa Amedê kom bû û êrîşa polîsan a li dijî endam û rêveberên xwe şermezar kirin. Nûnerên DAKAP’ê bi armanca êrîşa polîsan a li dijî endam û rêveberên xwe yên du roj berê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven daxuyanî dan û hatin binçavkirin, daxuyanî dan. Polîsên ku dora endamên DAKAP’ê pêçan, diyar kirin ku bi biryara walîtiyê dayîna daxuyaniya li vir qedexe ye. Li ser astengiya polîsan jin meşiyan Şaxa Hêjmar 1 a Egîtim Senê ya Amedê. Jinan di meşê de dirûşmên ‘Em dê bi berxwedanê bi ser kevin’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’  berz kirin. Jinan di meşê de bi tîlîyan astengiya polîsan şermezar kir.

Endamên DAKAP’ê li avahiya Egîtîm Senê daxuyanî dan û pankarta ‘Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe.’ vekirin. Berdevka DAKAP’ê Selma Yusma diyar kir ku îktîdara ku her diçe otoriteriyê li ser civakê ferz dike, ji bo demokrasî û hiqûqê ji holê rake bêtir tundiyê li civakê dike. Yusma anî ziman ku ew dê li dijî vê tundiya polîsan li serdozgeriyê gilî bikin û da zanîn ku ew dê paşve gav navêjin.

Her wiya Yusma bang li wezareta dadê û rayedarên navneteweyî kir û xwest daxwazên Leyla Guven pêk werin.

Ji Yekitiya Jinên Kurdistanê piştgirî 

Li aliyê din Yekitiya Jinên Kurdistanê li navenda xwe ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê piştgirî da hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 76 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku daxwaza Guven rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û gotin ku daxwazeke rewa ye û ew piştgiriyê didin daxwaza Guven.

Her wiha yekitiyê bang li raya hiştî ya navneteweyî û Yekitiya Ewropayê kir ku zextan li dewleta tirk bikin da ku daxwaza Guven û çalakgeran pêk were. AMED – SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar