Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ê destpêkê daxwazên gelê xwe guhdar bikin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan têkildarî hilbijartina herêmî axivî û destnîşan kir ku tevî hemû zextan jî gel bi ser ketiye û got ku dê destpêkê daxwazên gelê xwe guhdar bikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di 1’ê mijdara 2016’an de qeyûm tayînî wê hatibû kirin, di 31’ê adarê de di hilbijartinên herêmî de namzedên hevşaredar ên HDP’ê  ji sedî 53,79 deng bi dest xistin û bûn hevşaredar. Hevşardarên wê jî Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci ye.

Derbarê hilbijartinê de hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û diyar kir ku dê ewil daxwazên gelê xwe guhdar bikin.

Ertan anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de ligel qeyûman rastî polîtîkayên zextê yên dewletê jî hatine û wiha got: “Ev xebat bi saya baweriya mezin a gel pêk hatiye. Di şertên adîlane de xebat pêk bihata dê serkeftin cuda bûna. Divê em ji vê bawer bin.”

Qeyûman şaredariyan veguherine kavilan

Di axaftina xwe de Ertan destnîşan kir ku ligel polîtîkayên tifaqa AKP-MHP’ê, qeyûman jî li navçeyan heman polîtîka meşandine û wiha domand: “Di vî alî de hilbijartinên herêmî gelek zehmet bûn. Tehdîdên wekî maeşê xebatkarên şaredariyê dê neyên dayîn bû sedema windakirin partiya me. Lê gel tevî her tiştî xwedî li îradeya xwe derket. Roja hilbijartinê ji ber şertên ewlehiyê bi taybet xwegihandina sindoqên gundan pêk nehatin. Ji ber çûyîna gundan çênebû hîle pêk hatin. Me îtîraz kir. Lê ji ber derfeta mudaxaleyê ya me tunebû, encamên hilbijartinê hatin guhertin. Em vê wek windabûn nabînin. Li navçeyên me winda kir, ji ber astengiyan, me têkilî nikaribû danîna. Me şaredariya mezin bi rêjeyek mezin a dengan girt.”

Stratejiya HDP’ê bi ser ket

Her wiha Ertan bal kişand ser stratajiya HDP’ê yên li bajarên Tirkiyeyê û da zanîn ku bi stratejiya HDP’ê re tifaqa AKP-MHP’ê winda kiriye û got ku şaredariyên ku hatine girtin jî qeyûman veguherandine wek kavilan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê tevî her tiştî bi saya gelê xwe bi saya partiyê Tifaqa Cumhur li Tirkiyeyê winda kiriye. Em ê niha bi guhdarkirina daxwazên gelê xwe dest bi kar bikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar