Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Em ê destûrê nedin talana qeyûm

Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman diyar kir ku şaredariyên din bin rêveberiya qeyûm de beriya hilbijartinê eraziyên li bajêr firotine û got: “Em ê destûrê nedin dizî û talanê.”

Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a tirk (TMMOB) a Amedê têkildarî eraziyên li Amedê ku ji aliyê şaredariyên di bin banê qeyûm de hatine firotin û derxistine ber firotinê li Odeya Endezyarên Ceyranê ya Şaxa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên TMMOB’ê tev li civînê bûn. Hevserokê Odeya Avahîsazana Şaxa Amedê Ferît Karahan daxuyanî da û destnîşan kir ku di serî li Amedê û li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê rêveberiya xwecihî bi awayek bêhiqûqî bi destê qeyûman hatine destserkirin û dagirkirin.

‘Diz û talanger tên xelatkirin’  

Kahraman behsa pêvajoya qeyûman kir û got: “Îktidara ku nikaribû bi rêya hilbijartinê şaredariyên bajarê bakurê Kurdistanê bi dest bixe, bi rêya qeyûman desteser kiriye. Yên ku xesarê dane malê cemaweriyê li şûna ku hesab ji wan bê xwestin her tim hatine parastin û xelatkirin û bêceza hatine hiştin. Di serî de li Amedê û li gelek bajarên din qeyûman eraziyên şaredariyê firotine û hema bêje hemû neguherêzbar (gayrimenkul) haciz li ser wan e. Her sal di bin navê nûjenkirin û çêkirina bajêr de talanê pêk tînin. Hemû îhale û eraziyên şaredariyê yên divê neyên firotin pêşkêşî alîgirên îktidarê tên kirin. Li Amedê di bin navê bajarvaniyê de tax tên xera kirin û talankirin. Di bin navê van projeyên bajarvaniyê de jî hemû tiştî didin alîgirên xwe. Qada cemaweriyê ya gel e. Heke hiqûq û edalet were bicihanîn wê hemû kiryarên vê talan û diziye werin cezakirin û hesab ji wan bê xwestin. Em ê destûr nedin dizî û talana qadên me yên jiyanê ku ji bo rantê tên firotin. Em destnîşan dikin û dibêjin ku tavilê hemû îhaleyên her cure rantê werin betalkirin. Em ê ji nêz ve diz û talana li bajarên me pêk tên bişopînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar