Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em ê dev jê nivîsandina rastiyê bernedin’

Rojnamegeran bertek nîşanî girtina rojnameger Sadiye Eser, Sadik Topaloglu û Haci Yusuf Topaloglu dan. Rojnamegeran gotin ku dê nivîsandina rastiyê bidomînin û xwestin hevpîşeyên wan demildest bên berdan

Xebatkarên çapemeniya azad, bi armanca şermezarkirina girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglu û nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Haci Yusuf Topaloglu li ber avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan. Rojnamegeran pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, rojnamegerî ne sûc e’ hildan û dirûşm berz kirin.

Xizmên rojnamegerên hatin girtin û nûnerên Sendîkaya Basin Îşê jî piştgirî dan xebatkarên çapemeniya azad.

‘Dest ji zilmê berdin’

Jinbira rojnameger Sadiye Eser, Cemale Eser di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku zextên li ser gelê kurd dewam dikin û wiha got: “Rojnamegerên me yên van zextên li ser gelê kurd dinivisînin digirin û diavêjin zindanan. Em vê zilmê qebûl nakin. Bi zilm û zextê hûn nagihîjin tu deverê. Rojnamegeran berdin. Wan tenê rojnamegeriyê kiriye.”

‘Em ji kevneşopiya Apê Mûsayan tên’

Nûçegihanê MA’yê Erdogan Alayûmta jî da zanîn ku bi van girtinan dixwazin peyamê bidin xebatkarên çapemeniya azad û ev tişt anî ziman: “Em ji kevneşopiya Apê Mûsa û hevrêyên wî tên. Tu demê em bêdeng nebûn. Em ê rojnamegeriyê bikin û rastiya bigihînin gel. Ji bo em rastiyê bixin çavê wan, ev jî berpirsiyariya me ya li hember gel e.”

‘Em natirsin’

Li ser navê rojnemegeran xebatkarê Rojnameya Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş daxuyanî xwend û anî ziman ku duh ew dihatin bombebarankirin û kuştin, îro tên hilweşandin û girtin û dê tu demê dest ji nivîsandina rastiyan bernedin. Oztaş da zanîn ku girtina rojnamegeran êrîşek li dijî çapemeniya azad e û wiha got: “Em natirsin û em ê jê aciz nebin. Hem em ê rojnamegeriyê bikin û hem jî em ê xwedî li hevpîşe û pîşeya xwe derkevin. Em dibêjin bila rojnamegerên girtî demildest werin berdan.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar