Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ê di vê çalakiya greva birçîbûnê de jî bi ser bikevin’

Girtiyê siyasî Şakîr Akkûrt ku di sala 1992'yan de hatiye girtin, heya niha 5 caran ketiye greva birçîbûnê. Akkûrt diyar kir ku dê di vê çalakiya greva birçîbûnê de jî bi ser bikevin

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bi dorveger û bêdem ên bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 86’an de bi biryardariyeke mezin didome. Girtiyê siyasî Şakîr Akkûrt ku di sala 1992’yan de hatiye girtin, cara 5’an e ku dikeve greva birçîbûnê. Akkûrt diyar kir ku di 4 çalakiyan de bi ser ketine û dê di ya niha de jî bi ser bikevin.

Xwişka wî Şukran Akkûrt, diyar kir ku gava birayê wî nû hatiye girtin bi qasî du mehan hatiye îşkencekirin. Akkûrt destnîşan kir ku gava birayê wê 21 salî bûye cezayê muebetê lê hatiye birîn û wiha got: “3 caran bi awayekî dijwar hat îşkencekirin. Diranên wî, goştên wî kişandin. Ceryan dan canê wî, her cara ku dihat malê nikaribû bimeşe. Di sala 1992’yan de gava hat girtin, 33 rojan ew îşkence kirin. Di cara duyemîn de 11 rojan û di cara sêyemîn de jî 40 rojan ew îşkence kirin. Yanî tu îşkence nema ku lê nekirin. Herî dawî jî ew girtin.”

Çima deng ji we dernayê?

Di axaftina xwe de Akkûrt da zanîn ku birayê wî tu carî paş de gav neavêtiye û heya niha li Amed, Dîlok, Yozgat, Kandiraya Kocaelî û Akhîsara Manîsayê di girtîgehê de maye û diyar kir ku birayê wê di sala 1996, 2000, 2012 û 2018’an de ketiye greva birçîbûnê û niha di Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê de ye.

Xwişk Akkûrt anî ziman ku birayê wê ji wan re gotiye, ‘Çima deng ji we dernayê?’ û wiha domand: “Got, heger tiştek çênebe dê çalakiya xwe vegerînin ya bêdem û bêdorveger. Em ên li derve divê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin.”

‘Wekî din rê tune ye’

Her wiha Akkûrt anî ziman ku birayê wê di her 4 çalakiyên greva birçîbûnê de bi ser ketiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji me re got, dê çalakiya wan a niha jî bi ser bikeve. Got, li girtîgehan berxwedêran li dijî zext û zoriyan bedenên xwe dane ber birçîbûnê û ji xeynî serketinê wekî din tu rê tune ye. Bang li hemû sazî û dezgehan kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar