Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Em ê di vî şerî de serfiraziyê bi dest bixin

Gerîlayê HPG’ê Rizgar Çetîn û gerîlaya YJA Star’ê Lamiya Welat îdîayên xwe ji bo şerê ku wê bi zaferê bê tacîdarkirin danîn holê.

Ji 17’ê Nîsanê ve ye dewleta dagirker a tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Artêşa dagirker bi hemû cure teknîka xwe, balafirên şer û helîkopterên êrîşê ku li pêşberî gerîlayên HPG’ê û YJA Starê nikin bi ser bikevin bi awayekî bêexlaqî çekên kîmyewî bi kar tînin. Dewleta tirk di vî şerê Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran dixwin. Gerîlayê HPG’ê Rizgar Çetîn û gerîlaya YJA Star’ê Lamiya Welat ji ANF’ê re behsa şerê heyî kirin.

Gerîlaya YJA Star’ê Lamiya Welat di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser armanca dagirkeriyê û wiha anî ziman: “Bi giştî êrîşên ku tên meşandin ne tenê li ser gerîla ye an jî ne bi tenê li ser Zap, Avaşîn û Kurajehro ye. Heman demê li ser her çar parçeyê Kurdistanê û li ser tevahî gelê Kurd e. Di gelek hêlan de zehmetî û dijwariyên vê pêvajoyê hene. Ji bo vî jî dikarim bibêjim ku em pêvajoyekî giran re derbas dibin. Ev şer jî bi tevahî li ser nirxên mirovahiyê û nirxên ku şehîdên me dane avakirin tê meşandin. Li kêleka vê yekê her çiqasî em bixwe jî ne di nava çaperên pêş ên şer de bin jî, lê berxwedaniya hevalên me didin meşandin û îradeya ku tê de didin nîşandan, ji bo me dibe cihê hêz û moralê.”

Berxwedaniya gerîla nîşaneya serfiraziyê ye

Welat di berdewamiya nirxandina xwe de ji bo fedakariya ku di çeperên şer de tê dayîn, hest û îdîayên xwe wiha anî ziman: “Em ez gerîlayeke YJA Starê ji vê berxwedaniyê û îradeya ku tê meşandin hêz û moral digirin. Ez bi xwe di vê baweriyê de me ku ew ê serkeftin a me û tevahî gelên bindest be. Ev kêlî û rojên ku em li ser vê xaka pîroz jiyan dikin, rojên bi pîroz û nirxên xwe ji bo me gelek in. Ew ê ev dijminê dagirker ti carî nikaribe rihet li ser vê xakê êrîşên xwe pêk bîne. Her çiqasî em li ser vê xakê berdelên giranbiha bidin jî wê her serkeftin û serfirazî di destê me de be. Ji bo vê yekê îdîayên me yên serkeftinê gelekî xurt in. Ez carekî din silav û bêrîkirinên xwe ji bo hevalên ku niha di çeperên şer dane re dişînim.”

Gerîlaya YJA Star’ê Welat di dawiya nirxandina xwe de bang li tevahî gelê kurd û bi taybetî ciwanan kir ku xwedî li nirxên mirovahiyê derbikevin û wiha got: “Ez bang li tevahî gelê me û bi taybetî li ciwanan dikim ku xwedî li berxwedana ku gerîla dide meşandin derbikevin. Ji ber ku ev şer ne tenê li hemberî gerîla tê kirin, li hemberî giştî nirxên mirovahiyê tê kirin. Ji bo vê jî divê tevahî gelê me di ferqa vê yekê de be. Pêwîstiya hîskirina vî şerî heye û divê xwedî derketina wê jî çêbibe. Ger wusa be ew ê teqez serkeftin ya me, ya gelê me ,ya ciwanan û dayîkan be.”

Em ê teqez vî şerî bi ser bixin

Gerîlayê HPG’ê Rizgar Çetîn jî di serî de tecrîda girankirî  ku li ser Rêber Apo tê meşandin nirxand: “Ev demekî dirêje li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê meşandin. Bi vê ve girêdayî bi giştî li ser her çar parçeyên Kurdistanê êrîşekî topyekun ya qirkirin û dagirkeriyê tê kirin heye. Bi taybetî di vê pêvajoyê de li ser qadên Heremên Parastinê yên Medyayê êrîşeke dijwar tê meşandin heye. Lê rûxmî hemû hewildanên dijmin ew bixwe jî di vê ferqê de ye ku nikare bi rihetî xaka me dagir bike. Jiber mirov bi awayekî eşkere dibîne ku dijmin nikare bi hêsanî pêş de were. Di her gavavêtinekê xwe ya li ser xaka me de windahiyên gelekî mezin dide. Di vê watê de mirov dikare bêje ku ji her aliyan ve hevalên me yên tîmên bi tevger û yên di tunelan de cihê xwe digirin bersivên xurt didin dijmin û êrîşên wan têk dibin. Bî vî awayî hevalên me nahêlin dijminê dagirker pêşve biçe.”

Gerîlayê HPG’ê Rizgar Çetîn di berdewamiya nirxandina xwe de bang li tevahî gelê kurd kir ku li hember êrîşan xwedî helwest bin û wiha got: “Divê tevahî gelê me û bi taybetî jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê bikeve vê ferqê û bizanibe ku ev êrîş ne bi tenê li serê van çîyan dijî tevgera me tê meşandin. Ev êrîş li ser tevahî xaka Başurê Kurdistanê tê meşandin. Divê gelê me di vî millê de hişyar be û xwedî li Kurdbûna xwe û Tevgera Azadiyê derbikeve. Îro êrîş li ser heremên ku gerîla lêye tê kirin lê ger ku li hemberê van êrîşan gelê me ne xwedî helwest be ew ê sibê ev êrîş li ser deverên din yê Kurdistanê jî pêş bixin. Jiber ku di rastiyê de ev yek heye; dema ku mijar dibe Kurd hemu dewletên dagirker dibin yek û hema bi tevahî cureyên êrîşên xwe yê tinekirinê dixin merîyetê. Ji bo vê jî divê bi taybetî jî gelê yê Başûrê Kurdistanê di ferqa vî şerî de be. Pêwîst e ku ciwanên Başûr hevkariya PDK’ê ya bi devleta Tirk re qebûl nekin û li hemberî vê xwedî helwest bin. Divê gelê me bi taybetî ciwan li beramberê hevkariya PDK’ê rabin li ser piyan. Ji ber ku gelê Kurd di dîrokê de li hember dewleta Tirk heta niha vê rewşê bi avayekî trajîk gelek caran jiyan kiriye û heya roja îro jî êşa vê dikşîne. Ji bo vê divê di aliyê ciwanan de bi taybetî jî di aliyê ciwanên Başurê Kurdistanê de helwestekî pir xurt li beramberê hevkariya PDK’ê ya bi Tirkan re bê diyarkirin.”

Gerîlayê HPG’ê Rizgar Çetîn di dawiya nirxandina xwe de îdiya û bîryarbûna xwe ji bo zaferê da diyarkirin û got: “Bi rastî jî moralê me û bi taybetî moralê hevalên me yên di çeperên şer de gelekî bilind e. Bi çalakiyên hevalên me re ev yek bi awayekî şênber tê diyarkirin ku çawa tevahî teknîk û êrîşên dijmin têne vala derxistin û pûçkirin. Di dîmenên çalakiyan de jî ev tê dîtin ku çiqas windahiyên dijmin çêdibin. Asta moralê hevalên me di çalakiyên ku li tên darxistin de diyar dibe û em ê van çiyayan ji dijmin re bikin jehr. Em di vê bîr û baweriyê de ne ku em ê vî şerî teqez bi ser bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar