Gerîlayê HPG’ê Azad Şevger ê alman û gerîlaya YJA Starê Evîndar Kurdistan gotin, dewleta tirk bi her cure çekên kîmyewî êrîş dike û destnîşan kirin, ku çi dibe bila bibe ew ê dijmin têk bibin.
Gerîlayê HPG’ê Azad Şevger ê alman û gerîlaya YJA Starê Evîndar Kurdistan têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk axivîn.
Gerîlaya YJA Starê Evîndar Kurdistan bi wesîleya salvegera şehîdên meha gulanê, di şexsê Hakî Karer û Hozan Mizgîn de şehîdên şoreşê bi bîr anî û diyar kir ku ew di xeta şehîdan de li ber xwe didin.
Evîndar Kurdistan anî ziman ku ew ê tu carî serî li ber êrîşên dewleta tirk netewînin û got, “Dewleta tirk bi her cureyî êrîşan dike, çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Zarokên vî gelî bi awayekî hovane qetil dike. Lê çi bikin bila bikin, nikarin ne gerîla û ne jî gelê kurd tune bikin. Li ser vê bingehê em ê sala 2022’yan bikin sala serketinê. Çawa ku hevalên me li Zapê Skorsky xistin, em ê bi vî rengî dijminê dagirker jî têk bibin. Ev sal wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê kurd.”
Gelek sosyalîstên enternasyonal bi bandora paradîgmaya PKK’ê ya azadiya azadîparêziya jinan û ekolojîk demokratîk tev li nava refên gerîla dibin. Yek ji van gerîlayan Azad Şevger ê alman e. Azad Şevger ê ku gelekî zû hînî jiyanê çiyayên Kurdistanê bû û di demek kin de fêrî kurdî bû, bi kurdî û almanî xîtabî hemû ciwanan kir û banga “Werin cenga azadiyê” kir.