PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin

Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş di kongreya Navçeya Navendî ya HDP’a Şirnexê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û got: “Em ê diwarê Îmraliyê bişikînin û tecrîda li ser gelê xwe rakin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Navendî ya Şirnexê bi dirûşmeya “Dem dema HDP’ê yê çareserî em in” 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên bajêr Hasan Ozguneş, Huseyin Kaçmaz, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê, Aktivîstên TJA’yê, Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek welatî tev li kongreyê bûn. Kongreya ku li eywana konferansê ya HDP’ê hate lidarxistin bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Pişt re Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag axivî. Akdag, destnîşan kir ku seranserî cîhanê têkoşina jinan tê dayin û wiha got: “Ev sedsal e dê bibe sedsala jinan. Çawa ku heta niha jinên Botanê li ber xwe dane dê di vê pêvajoyê de jî pêşengiyê bikin û di van rojên tarî de dê bibin çîrûska azadiyê.”

Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Li aliyekî tecrîd her ku diçe zêde dibe û li aliyê din jî li zindanan gef  û zext hene. Lê li dijî van êrîşan jî em li ber xwe didin. Ev pêvajoya hebûn û nebûnê ye. Em ê xebatên xwe di her şert û mercan de bidomînin. Em hêvî dikin ku wê ev kongre dê bibe kongreya aşitî û azadiyê.”

Parlementerê HDP’ê Huseyin Kaçmaz jî ji rêveberiya nû re serkeftin xwest û got ku ew ê tekoşina xwe bilind bikin.

Têkoşîna hevpar divê

Pişt re parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, axivî. Ozguneş ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku tecrîd encax bi têkoşineke hevpar dikare bê şikandin û wiha axivî: “Weke ku hûn dizanin bi salane li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ji bo ku ev tecrît bê şikandin parlementerên me li ber avahiya parlementoyê di çalakiyê de ne. Tişta ku em ji gelê xwe dixwazin xwedî li vê çalakiyê derbikevin. Bila gelê me bi moral be em ê diwarê Îmraliyê bişikînin. Em ê tecrîda li ser gelê xwe rakin.” Ozguneş, wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Ev 6-7 sal in faşîzma AKP’ê û MHP’ê planeke nexêrxwaz dabûn pêşiya xwe. Ev plan plana Srîlankayê bû. Ev plan plana çibû, plana kesên ku ne ji wan têk bibe bû. Ji Ewropa heta Başûrê Kurdistanê, heta Rojava û tevahiya Kurdistanê dabûn destpêkirin ku gelê me biperçiqîne. Çawa ku digotin donkişot mirovekî dîn bû êrîşî diwaran dikir. Îro hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ew diwar derbas nekiriye û li çiyayên Kurdistanê têk çûye. Divê ku ev ji me re moral be.”

Piştî axaftinan rapora maliye û xebatê hat xwendin.

Pişt re Bahar Kûday û Kamûran Demîr weke Hevserokên Navçeya Navendî ya HDP’ê ya Şirnexê hatin hilbijartin. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar