Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em ê gelên xwe yên Efrînê vegerînîn warê wan’

Navenda Nûçeyan |

Bi rasthatina salvegera duyemîn a dagirkirina dewleta tirk û çeteyên wê ya li kantona Efrînê re, Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Beriya 2 salan dewleta tirk û komên çeteyên wê êrîşî Efrînê kir, beramberî vê yekê civaka navneteweyî bêdeng ma û wê demê bi Rûsyayê re li hev kiribû. Dewleta tirk bi hemû cureyên çekan êrîş kir û projeya demokratîk a gelan, bi taybet gelên Efrînê kir armanc, ji ber gelê Efrînê beramberî gelên herêmên derdorê bi aramî dijiya.

Gelê Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk berxwedaneke dîrokî nivîsand, tevî ku dewleta tirk heta bi çekên di nava civaka navneteweyî de qedexe ye û balafirên şer bi kar anîn, lê dîsa jî şêniyên herêmê 58 rojan li ber xwe da û berdêl dan.

Di encama êrîşên li dijî kantona Efrînê de binesaziya herêmê, nexweşxane, dibistan, şûnwar û saziyên sivîl hatin wêrankirin, ev jî têrê dike ku dewleta tirk hişmendî û kirinên hovîtiya xwe dide der, li gel vê yekê bi sedan şehîd û birîndar bûn, ji wan zarok û kal û pîr.

Heta niha gel li ber xwe dide û êrîşên dewleta tirk vîn û israra gel lawaz nekir, çi di qonaxa duyemîn a berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê de û çi jî bi berxwedana gel a li kampa Şehbayê be.

Binpekirinên dewleta tirk û çeteyên wê

Di pêvajoya 2 salan de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cureyên binpêkirinan dan meşandin, çi siyaseta guhertina demografyayê, koçberkirina gelên herêmê û bicihkirina biyaniyan, heta bi exlaqên dermirovî û qanûnî pêk anî. Dewleta tirk gel revand, gefan li sivîlên li Efrînê dixwe, li gel vê yekê azara ku gelên Efrînê li hundir û derveyî herêmê û li herêmê Şehbayê jî dikişînin. Lewma di vê çarçoveyê de divê civaka navneteweyî xwe berpirs bibîne.

Dagirkeriya artêşa tirk a dagirker a li Efrînê û herêmên Sûriyeyê, xetereyê li ser pêşerojê Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê çêdike. Her wiha Sûriyeyê parçe dike û yekitiya gelan dike armanc. Ev a ku domdar em hişyariyê wê dikin û divê hemû hêz li dijî vê projeya wêranker bisekinin.

‘Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin’

Em jî wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedan gelên Efrînê û berxwedana gelên me li Şehbayê bi bîr tînin, her wiha bejna xwe li hemberî şehîdên canê xwe di oxira parastina projeya demokratîk û yekitiya gelan de feda kirine, ditewînin. Dubare qehremaniya YPG û YPJ’ê ku heta niha li Efrînê didome, silav dikin.

Efrîn nîşaneya aramî û cihê hembêzkirina bi hezaran koçberên ji Sûriyeyê bû ku îro artêşa tirk û çeteyên wê exlaqên dermirovî li dijî wê pêk tînin.

Em jî weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekane rêya me parastina Efrînê û berxwedan e. Em ê gelên xwe vegerînin warên wan û bang li raya giştî dikin ku helwestekê nîşan bidin û beramberî azara gelên Efrînê xwe berpirs bibîne.

Bang li NY’ê kirin

Li milekî din pêdivî heye ku NY komîteyeke şopandina rastiyan ava bike da ku kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê û tevahiya herêmên Sûriyeyê yên ku dagirkiye aşkera bike û hesab bixwaze.

Her wiha divê civaka navneteweyî û hikûmeta Sûriyeyê çareseriya Sûriyeyê bidin ber çavên xwe û dewleta tirk ji herêmên Sûriyeyê yên ku dagkirkiriye derxînin, li ser vî esasî dê ber bi çareseriya Sûriyeyê ve biçin. An na, ji ber hebûna dewleta tirk û gefên dixwe, dê qet li Sûriyeyê û herêmê aramî mîsoger nebe.

Bijî şehîdên Efrînê û hemû şehîdên azadiyê, bijî qehremaniya birîndaran û silav ji gelên berxwedêr ên li Şehbayê re.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar