Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em ê her derê li dijmin bikin Heftanîn’

Navenda Nûçeyan |

Ev çend meh in dewleta tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê li Heftanînê dest bi êrîş û operasyona dagirkeriyê kiriye. Dewleta tirk a dagirker wisa difirkirî ku dê çend hefteyan de dê operasyona xwe ya dagirkeriyê bi ser bixe û bigihêje xeyala xwe ya osmanî. Lê dewleta tirk ku her tim baweriya xwe bi piştgiriya dewletên hegemon û teknîka xwe dianî, wekî her carê dîsa rastî berxwedana gerîlayên tevgera azadiya kurd ku yekane armanca wan parastina gel û welatê xwe ne, hat. Ruxmê hemû êrîşan ev çend meh in gerîlayên HPG û YJA Starê bi ruhê fedayî berxwedaneke bêhempa  nîşan didin û derbên gelek mezin li dagirkeran dixin. Mirov dikare derbên ku gerîlayan li artêşa tirk dixe ji çepemeniya wan a li ser derewan hatiye avakirin jî bibîne. Ev çapemeniya derewan ku operasyona dagirkeriyê bi kêfxweşiyek û serkeftiyeke mezin nîşan dida, niha di tu kanalên xwe de qala operasyona xwe ya dagirkeriyê nakin. Yanî operasyona wan a dagirkerî bû têkçûna xeyalên wan.

Têkildarî operasyona dagirkerî û berxwedana ku li hemberî dagirkeriyê tê nişandan gerîlaya YJA-Starê Rojevîn Roj axivî.

‘Em ê çeperên xwe neterikînin’

Roj diyar kir ku dê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li her cihî li ber xwe bidin û heta dawiyê dê gelê başûrê Kurdistanê biparêzin û wiha got: “Operasyon di sala 2019’an de dest pê kir û dijmin xwest berfireh bike. Lê belê ji ber berxwedana gerîla nekarî vê yekê bike. Dibe ku di saziyên xwe yên çapemeniyê de bi rengekî cuda nîşan dide lê belê rastî berevajî îdîayê wan e.”

Rojevîn Roj ku got, ‘Em li vir in û çi dibe bila bibe em ê çeperên xwe neterikînin’, axaftina xwe wiha domand: “Ji bo bîranîn û tolhildana hevrêyên xwe jî be em ê tu carî dest ji çiyayên xwe, dest ji Heftanînê bernedin, em ê vê cengê mezin bikin.

Bi êrîşên dijmin moralê me têk naçe, ji ber ku çavkaniya moralê me gelekî xurt e. Em ji Rêbertî, ji hevalên xwe, ji gelê xwe moralê werdigirin. Tevlibûna gelê me li nava têkoşînê, beşdariya xurt a hevalên me li cengê, moralê me bêhtir bilind dike. Dijmin bi êrîşên xwe yên hewayî, bejahî û çapemeniya xwe nikare bi me, nikare moralê me têk bibe. Tiştên welê biçûk nikarin bandorê li me bike. Em bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî afirîne. Gerîlayên nûjen di asta teknîkê de jî profesyonel bûne. Bi perwerde û kûrbûna xwe, ji xwe me xwe ji êrîşeke mezintir re amade dikir. Êrîşên dijmin ên bi obus, hawan, balafirên şer û balafirên keşfê bi taktîkên gerîlayên nûjen hatin pûçkirin. Ev rastî di çalakiyên bi bandor ên gerîla de jî tê dîtin. Dijmin tevî ku windahiyên giran dide, aşkera nake. Heta em nedin çapemeniyê ew windahiyên xwe vedişêrin. Lê belê gelê me rastiyê dibîne.

Cenga Heftanînê morale me zêde kir

Cenga Heftanînê moralê me zêde kir. Ji ber ku hêz û potansiyela ku derkete holê hem moralê me hem jî berpirsyariyên me zêde kir. Çi dibe bila bibe em dest ji Heftanînê bernadin, em ê vê cengê mezin bikin, li ser bingeha tolhildana hevalên xwe em ê xwe xurtir bikin. Em ê heta dawiyê xelkê xwe yê başûrê Kurdistanê jî biparêzin. Em hêzên parastina gel in. Li kîjan parçeyî dagirkerî hebe em ê li wir li ber rabin. Em ê li ber êrîşên li dijî gel û xaka xwe rabin. Bi navê gerîlayên HPG û YJA Starê, gerîlayên PKK’ê em ê li her cihî li dijî dagirkerî û zilmê têbikoşin. Divê êdî her kes van êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê me bibîne. Hin derdor dibe ku ji nedîtî ve tên. Ev ji bo me ne pirsgirêk e. Em ê heta dawiyê têbikoşin û rastiyê bi wan mirovan jî bidin fêhmkirin. Têkoşîna me ya azadiyê ne tenê ji bo derdorekê ye, têkoşîna gel bi xwe ye. Cenga Heftanînê gihîşt wê astê ku hişyarbûnek afirand. Ev der Heftanîn e lê belê li ku dagirkerî hebe em ê wê derê li dijmin bikin Heftanîn. Dijmin êrîşî kîjan herêma me bike em ê bersiveke xurtir bidin. Em ê her derê bikin Heftanîn. Tevlibûna me li ser vê bingehê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar