Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê’

Berxwedêrên jin ên li Girtîgeha Tarsûsê tê ragirtin peyamek bi raya giştî re parve kirin û wiha gotin: “Kesên ku ev bêhiqûqî afirandin çawa ku her cih veguherandibin tecîda li Îmraliyê, em jî dê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku25 sal in li Îmraliyê dibin tecrîdeke giran de ye û 33 meh in agahî nayê girtin li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin. Çalakiya berxwedêrên zindanan di roja 22’yan de didome. Berxwedêrên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tarsûs a Mêrsînê tên ragirtin û di greva birçîbûnê de ne, têkildarî mijarê peyamek bi raya giştî re parve kirin û gotin ku kampanya girîng e.

Girtiyan ev peyam parve kirin: “Tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya cihên kurd lê dijîn didome. Dixwazin me hînî jiyaneke bêyî Rêbertiyê bikin, lewma dixwazin em tecrîda ku 3 sal in didome bi awayekî asayî bibînin. Bila her kes bizane ku em vê rewşê qebûl nakin û dê her tim li dijî vê li ber xwe bidin. Polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Dixwazin bêhnê li gelê kurd biçikînin. Kesên ku ev bêhiqûqî afirandin çawa ku her cih veguherandibin tecîda li Îmraliyê, em jî dê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê. Ji ber ku çavkaniya îlhama me Îmrali ye. Weke girtiyên li Tarsûsê, em ê piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya dorveger ku bi daxwaza azadiyê hatiye destpêkirin. Em jî berteka xwe nîşanî tecrîda girankirî, neberdana girtiyên nexweş, şewitandina înfazan û cezayên hucreya yekkesî didin. Banga me ya ji bo malbat û gelê me ev e; bila li dijî van zextan dengê berxwedanê bilindtir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar