Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Em ê hesabê komkujiyên li zindanan ji dewleta tirk bipirsin’

HBDH'ê girtiyên di komkujiyên li girtîgehên Amed, Bûca û Enqere-Ûlûcanlarê hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî mezin bikin, teqez hesab ji dewleta tirk bipirsin. Ji sibe re dimîne, lê ji dewleta tirk re namîne."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera komkujiyên li zindanan daxuyaniyek da û 24 şoreşger û welatparêzên ku 1’ê Îlona 1996’an li Bûcayê, 26’ê Îlona 1996’an li Amedê û 26’ê Îlona 1999’an li Ûlûcanlar a Enqereyê li zindanan hatin qetilkirin, bi bîr anî.

HBDH’ê ragihand ku di dîroka faşîzma dewleta tirk de komkujiya li girtîgehan weke polîtîkayekê her tim dewam kiriye û hate gotin, “Îradeya şoreşgerî ya ku li girtîgehan teslîm nehate girtin û têkoşîna li derve nekarî bê tepisandin, bêçaretiya faşîzma dewleta tirk her carê raxistiye pêş çavan. Lewma dewletê bi hemûhêza xwe êrîş bir ser şoreşger û welatparêzên li girtîgehan dîl girtin û komkujî kir. Kîjan hikumet bê serê dewletê ev polîtîka neguherî, berevajî guhertinê hîn bêhtir mayinde kirin.”

HBDH’ê destnîşan kir ku aqûbeta komkujiyên li zindanên Bûca, Amed û Ûlûcanlarê weke ku dihate texmînkirin bû û hate gotin, “Doz bi salan dewam kir, dem di ser re derbas bû, malbatên girtiyan hatin tirsandin û rastî hate berevajîkirin. Yên ku ev komkujî dan kirin bi ti awayî derneketin holê, yên ku tevlî komkujiyan bûn jî pileya wan hate bilindkirin yan jî mafdar hatin nîşandan. Weke polîtîkayeke kevneşop, yên ku komkujî kirin piştî ku payeya wan hate bilindkirin komkujiyên xwe yên li dijî gel dewam kirin.

Li hemberî komkujiyên zindanan ku weke polîtîkayeke dewletê ya kevneşop e, îradeya şoreşgerî heta îro dewam kiriye. Krîzên bûrjûvaziya dewleta tirk, êrîşên li zindanan û berxwedan îro jî dewam dike. Berxwedana li hemberî erîşên li ser gel dewam dike. Her wiha li zindanan tecrîd, şewitandina înfazê, ferzkirina poşmaniyê, êşkence, terikandina girtiyên nexweş ji mirinê re û kiryarên bi heman rengî yên faşîst dewam dikin. Bûyerên li zindanên Bûca, Amed û Ûlûcanlarê qewimî hîmê polîtîkaya zindanan a dewleta tirk a faşîst bû. Heman mejî îro jî li ser kar e. Vê yekê di komkujiyên 19’ê kanûnê de xwe ispat kiriye.”

HBDH’ê daxuyand ku ew bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna berxwedêrên li zindanan ditewînin û hate gotin, “Em careke din destnîşan dikin ku em ê kevneşopiya wan a berxwedanê dewam bikin, têkoşîna wan dewam bikin û xwedî li bîranîna wan derkevin. Em ê têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî mezin bikin, teqez hesab ji dewleta tirk bipirsin. Ji sibe re dimîne, lê ji dewleta tirk re namîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar