Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin’

Jinên li Til Rifatê diyar kirin ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e û bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Pêngava azadiyê li seranserê cihanê belav bû. Bi taybetî jî jin û ciwan bi çalakiyan xwedî li pêngavê derdikevin. Jinên li Til Rifatê derbarê pêngava azadiyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin de axivîn.

Ruweyde Elî ku eslê xwe ji bajarê Efrînê yê dagirkirî ye, ev tişt anî ziman: “Şer û dagirkirina bajarê Efrînê, berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hemû cihan bi rê û rêbazên cuda hewl dide îrade û berxwedana me têk bibe. Dewleta faşîst a tirk tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne. Zêdetirî 3 sal in xizm û parêzerên wî nikarin biçin serdana wî. Em dibînin ku dewleta faşîst bi alîkariya welatên sermayedar, bi rê û rêbazên cûrbecûr şerê fikira Rêber Abdullah Ocalan dike. Me weke jin hêz û îradeya xwe ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan girtine. Rêber Abdullah Ocalan jiyan û azadî daye jinan.”

Ruweyda di dawiyê de wiha got: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin ta ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin û em bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku bibin yek û xwedî li berxwedana Rêber Abdullah Ocalan derkevin. Jinên ereb bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan azad bûn.”

Eyşe Mihemed jî ku eslê xwe ji şêniyên herêmên Şehbayê ye got ku tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin li ser jinan jî tê meşandin û wiha axivî: “Berî fêrbûna fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jin ji hemû mafên xwe bêpar mabûn, bi taybet di pêkhateya Ereb de, jin di bin tecrîdê de bûn. Piştî ku ez nêzî tevgerê bûm û beşdarî hin waneyan bûm, min hin pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwend. Min dît ku divê jin xwe keşif bike. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinên ereb li ber xwe didin û xwe azad kirine. Jin tevahiya civakê ye û em weke jinên ereb daxwaza azadiya xwe dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar