Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Em ê heya kengê li bendê bin…

Bêrîtan Zinar |

Malbatek din hat qetilkirin… Belê bi destê faşîstên ku ji aliyê dewleta tirk a faşîst destûra qirkirina kurdan ji wan re hatiye dayîn, malbatek din hat qetilkirin. Malbatek ji 7 kesan ku 3 ji wan jin in, duh li ber çavên me hemûyan hatin qetilkirin û şewitandin. Kîjan yek ji me dengê qêrîna wan bihîst? Kîjan yek ji me bi vê qetlîam û qirkirinê, dengê qêrînên Madimakê bihîst? Heta dengê qêrînên Dêrsimê, Şengalê kîjan ji me bihîst?

Hin hevok hene ku dema tê nivîsandin mirovan dicirifîne. Lê jiyîna wan hevokên ku tê bilêvkirin çawa ye gelo? Belê hevoka me ev e: ‘Malbatek din ji ber ku kurd e, hat qetilkirin û şewitandin’. Ev hevok a rast vegotina herî zehmet a ku mirov vegere li dîroka xwe temaşe bike, piştre jî li wijdana xwe ya mirovî pirs bike. Tenê di nav vê hevokê de mirov dikare dîroka xwe ya 200 salan bibîne. Qetilkirin, şewitandin, kuştin, ji hebûnê bê par hiştin. Belê ev hemû ji Agirî, Dêrsim, heyanî Şengalê û heya roja me ya îro ku li Konyayê ev yek pêkhat berdewam dike. Ev polîtîkayên qirkirin û tunekirinê ku 200 sal in li ser kurdan tên ferzkirin, îro jî berdewam dike. Kobanê û Şengal a ku em nêzî salvegera fermana wê ne, di encama van polîtîkayên qirkirinê yên bi destê dewleta faşîst ê ku van kujerên bê wijdan xwedî kir û belavî rûyê erdê kir de hat pêkanîn.

Lewra weke ku me duh jî dît û her roj em bi awayekê şênber jî dibînin, ferman ne tenê Şengal bû, îro jî ev ferman berdewam e. Polîtîkayên talan, tacîz, tecawiz, kuştin, qetilkirin û şewitandina kurdan a ku dewleta tirk a faşîst hebûna xwe li ser van sepandinan daye avakirin hê jî berdewam e. Dijmin wê dijmintiya xwe bike lê em ji xwe pirs bikin; weke gelê kurd em li benda çi ne? Em ê li benda çend qetlîamên bi vê rengî bin? Gelo li welatek ku ji bilî mirinê tu tiştek jê re nehatiye hiştin, ji bilî berxwedan û têkoşînê tu rêyek a hebûnê heye?

Ez bersiva van pirsên ku her çiqas em dixwazin bêdeng bikin jî lê mîna çirûskekê deng vedide, bidim. Na. Li welatek weke Kurdistanê ku ji dîrokê heya niha jî axa wê her roj tê tecawizkirin de, ji bilî têkoşîn, berxwedan û serhildanê tu rêçareyek ji bo azadî û rizgariya welat nîne. Xwegihandina azadî û bidestxistina hebûneke li welatek azad jî encax bi pêkanîna erkên şerê gel ê şoreşgerî gengaz e.

Êdî dem ew dem e. Divê her kurdek, her kesek ku dibêje ez azadî û wekheviyê dixwazim bibe hêza xwe ya parastinê. Diyar e ku wê qetlîamên bi vî rengî wê hîn jî berdewam bikin. Jixwe dîktatorên faşîst di axaftinên xwe de vê yekê pir baş anîn ser ziman. Ji pêkanînên wan jî diyar dibe ku wê bixwazin qetlîamên hîn mezintir jî li ser gelê kurd pêk bînin.

Weke gelê kurd divê ev yek baş were dîtin ku êdî ji bilî Şerê Gel ê Şoreşgerî, ji bilî pêşxistina parastina xwe ya cewherî tu rêyekî ku bikaribe azadiyê pêk bîne, tune ye. Ger dijminên mirovahiyê qirkirina kurdan dixwazin û pêk tînin, em ê jî bi bersivdayîna xwe, bi hêza xwe ya parastin û yekbûnê daxwazên wan ji difina wan bînin. Ger ev qirkirin, bi tunekirina hemû kurdan jî pêk were, bila bizanibin dê ewqas hêsan nebe. Em gelekî ku xwedî fermandarên mîna Egîd, Zîlan, Bêrîtan û Delalan û bi sedan qehremanên çeleng ên ku îro di tunelên şer de ji bo rojekê din bikaribin dijmin bixin zehmetiyê bi berxwedana xwe mirinê dikujin in. Lewra mîna Rêheval Kasim Engîn jî gotî em ê jî bi hêza xwe ya parastina cewherî ji dijminê xwe yê xwînxwar re bêjin, ‘Hûn ê me qir bikin, xwelî li serê we be…’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar