Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em ê hilma dawî ya dijminê birîndar qut bikin’

Yek ji fermandarên YJA-Starê Hêzil Ozgur civîna Konseya Biryargeha YJA Starê nirxand û wiha got, ''Em ê bêhna dawî ya dijminê birîndar îsal biçikînin. Sonda me û biryara me ev e''

Civîna Konseya Biryargeha YJA Starê bi tevlêbûna fermandarên ku ij hemû qadên hêza parastina jinê pêk hat. Di civînê de têkilî xebatên îdeolojîk, rêxistinî û pratîk ên sala 2021’an hatin nîqaşkirin.

Yek ji fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur encamên civînê û têkilî berxwedana gerîla ya sala 2021’an axivî.

Ozgur diyar kir sala 2021’an ji bo wan bûye saleke xwedî destkeftiyên girîng û bal kişande ser êrîşên dagirker ên dijmin. Ozgur diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê li berxwdana gerîla ketiye û wiha got: ”Destpêkê di şexsê Cumalî, Serhat û Nûjîn de ku li dijî êrîşên dijmin bi lehengî li ber xwe dan, hemû hevalên ku sala 2021’ê şehîd bûne bi minet bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim.

Sala 2021’an ji bo me bû saleke têr û tije. Plansaziya dagirkirinê ya dijmin hebû lê li dijî vê haziriya gerîlayan jî hebû. Dijmin 23’yê nîsana 2021’an li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirker da destpêkirin. Li Zap, Avaşîn û Metînayê êrîşa giran anî. Hesabê dijmin ew bû ku di demeke kurt de van deran dagir bike, gerîla tasfîye bike û ji Başûr derxîne. Ji bo vê hemû hazirî jî kiribû. Em gerîlayên YJA Starê û HPG’ê jî me li dijî êrîşên dagirker haziriya xwe kiribû. Ji ber vê jî dema ku dijmin hat berxwedaniyeke mezin li pêşberî xwe dît. Bi pêşengiya hevalen jin lehengiyên mezin derketin holê. Hevalan derb li dijmin dan û tola hevreyên şehîd standin. Her hevalên ku li bara êrîşên dagirker cihê xwe girtin bêyî dudilyekê peywira xwe bicih anîn. Baweriya wan a li serfiraziyê û serkeftinê ji her demê geştir bû. Ji ber vê jî êrîşên dijmin pûç kirin.”

‘Jiyana şaş û koletî ne jiyan e’

Hêzil Ozgur bal kişande ser şerê giran a li Qadên Parastina Medyayê û ev tişt anî ziman: ”Di vî şerî de rola hevalên jin pir girîng e. Ev xeta berxwedanê ji Zîlan, Bêrîtan heta bi îro hatiye. Ev xeta fedayî di êrîşên dagiker de bi rengekî berbiçav derket holê. Hevalên jin di tûnelên şer de cihê xwe girtin. Her wiha di şerê eraziyê de jî bi roleke girîng rabûn. Mînak li Arisfaris bi pêşengiya heval Diyana, Amara û Sarya heta dawiyê li ber xwe dan û mewziyên xwe bernedan. Van hevalan çalakiya fedayî kirin û dijmin behitandin. Di wê tûnelê de êrîşên dijmin şikandin.

Ev helwesta hevalên jin, serhildaneke li dijî wê koledariya ku bi hezaran sal in li ser jinên kurd tê ferzkirin. Di dirûşmên hevalên jin de tişta herî girîng ku derketî pêş dilsoziya wan a li Rêbertî, şehîd û xakê ye. Van hevalên me yên şehîd nîşanî me dan ku divê em çawa bijîn, jiyaneke çawa qebûl bikin. Peyman dan ku jiyana şaş û koletî ne tu jiyan e. Heke wê jiyan hebe divê em rast bijîn. Ango jiyaneke bi vîn û azad bijîn, jinên kurd hêjayî jiyaneke wiha ne.”

Jinên kurd pêşengiyê dikin

Ozgur di berdewama axaftina xwe de wiha got: ”Yek ji encama êrîşên dewleta tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê ew bû ku mîrateya berxwedanê her ku çû pêl bi pêl mezin bû, xurt bû û careke dî ispat bû ku ji bo hemû jinan hêvî ye. Dibe ku li gelek welatan jin têdikoşin lê li dijî pergala zilamserwer û dagirkeran hêzeke wiha tune ku parastina jinan bikin. Jinên kurd ji vî alî ve bisiûd in. Îro bi pêşengiya YJA Starê şervanên leheng, gerîlayên lehegn ne tenê jinên kurd, hemû jinên ku tecawiz li wan tê kirin, têne tacîzkirin, kêmkirin diparêze. Ev li hemû cîhanê hat çespandin.

‘Mîrateya hevalan riya me ronî dike’

Dijmin xwedî teknîkeke çendî xurt be jî nikare vîn û baweriya gerîlayan bişkîne. Qonaxa ku YJA Star hatiyê ev e. Di şerê Qadên Parastina Medyayê de ev careke din derkete holê. Xasma jî di gerîlatiya modernîteya demokratîk de, her heval xwedî branşekê ye û li her qadê dikare bi rola xwe rabe. Her hevalê ku di şer de cih girtî bi vê bîreweriyê li ber xwe da, têkoşiya. Ev mîrateya ku hevalên me yên şehîd ji me re hiştin wê rêya me ronî bike.”

Hêzil Ozur diyar kir di civîna Konseya Biryargehê de gelek mijar hatine nîqaşkirin û biryar li ser wan hatiye danîn û dawiyê wiha got: ”Di civîna me ya Konseya Biryargehê de kêmasiyên sala 2021’an hatin nîqaşkirin. Lehengî û berxwedana hevalên me yên şehîd zehf tesîr li ser me kir. Ji ber ku di civînê de bi vê çarçoweyê rexne û rexnedayin çêbûn. Em deyndarî şehîdan in.

Li ser xeta şehîdên me divê em têkoşîna azadiyê geştir bikin. Her wiha di civînê de perspektîfa ku wê me bigihîne azadiyê bi rengekî zelal derkete holê. Em wek YJA Starê em ê lehengên xwe yên şehîd ji xwe re esas bibînin. Em ê heq ji kêmasiyên xwe derkevin û hilma dawî ya dijminê birîndar di sala 2022’an de qut bikin. Sond û biryara me li ser vê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar