Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Em ê li dijî dagirkeran çek rakin û têbikoşin’

Welatiyên Hecînê da zanîn ku dewleta tirk ji bo dagirkirin û vegerandina dewleta osmanî êrîşî axa wan dike. Welatiyan diyar kir ku dê xaka xwe ya bi xwîna ciwanên xwe rizgar kirine ji hemû êrîşên dagirkeriyê biparêzin. Welatiyan da zanîn ku dê li hemberî hewldanên dagirkeriyê li cem şervanên xwe cih bigirin û çek rakin

Welatiyên bajarokê Hecîn ê Dêrazorê têkildarî gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê axivîn. Welatiyan bertek nîşanî gef û êrîşên dewleta tirk dan û diyar kirin ku dê li hemberî dagirkeriyê çekan rakin.

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Mehmûd El Şêx anî ziman ku weke gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û şêniyên Hecînê, dê nehêlin dewleta tirk derbasî xaka wan bibe. El Şêx got ku xaka xwe bi xwîna ciwanên xwe rizgar kirine û wiha dom kir: “Amerîka vekişe jî bimîne jî em ê vê xaka xwe ya ku me rizgar kiriye biparêzin. Dewleta tirk ne tenê kurdan, hemû gelên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Dixwaze qada dagirkeriya xwe fireh bike û komên terorîst li vê axê bi cih bike. Em ê weke şêx, ciwan û jinên Hecînê bi yek destî li dijî dagirkeriyê bisekinin.”

‘Dê gelê herêmê rê nede dagirkeriyê’

Têkildarî mijarê Nûr El Sûltan jî anî ziman ku armanca her êrîşekê li dijî axa Sûriyeyê ji bo dagirkirina herêmê û vegerandina dewleta osmanî ye. El Sûltan daxuyand ku dê tu pêkhateyên herêmê rê nedin vê dagirkeriyê û wiha pê de çû: “Amerîka bimîne yan jî nemîne, ev yek bi xema me nîne. Hêza me heye ku em li hemberî êrîşan bisekinin. Li dijî êrîşeke gengaz dê jinên Dêrazorê li cem hêzên xwe yên ewlehiyê bisekinin û li dijî dagirkeran çek rakin.”

Bang li civaka navdewletî kir

Welatiya bi navê Meryem El Ewed jî daxuyand ku dewleta tirk ji serî ve li dijî berjewendiyên gelê Sûriyeyê ye û niha jî rûyê xwe yê rasteqîn nîşan daye. El Ewed got ku dewleta tirk ji bo komkujiyan êrîşî herêmê dike û wiha derbirî: “Em bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê ya NY’yê dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk helwesteke cidî nîşan bidin.” DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar