Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Pazartesi - 1 Temmuz 2024

‘Em ê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin’

Ciwanên ku dixwestin biçin Qendîlê û dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk çalakiya ‘Mertalên Zindî’ bidin destpêkirin, hatin astengkirin. Ciwanan daxuyaniyek dan û ragihandin ku dê bi tu awayekî dijî dagirkeriya dewleta tirk bêdeng nemînin

Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer ên başûrê Kurdsitanê bi hev re biryar dabûn ku li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê li Qendîlê çalakiya mertalên zindî pêk bînin. Bi vê armancê serê sibehê rêketin ku biçin Qendîlê. Lê li qezaya Şengeserê endamên tevgera ciwanan û gel ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine rawestandin.

Ji ber ku ciwan di biryara xwe de bi israr bûn û ji ya xwe daneketin asayîşê êrîşê ciwanan kir, li ciwanan xist. Her wiha asayîşê bela xwe li çapemeniyê jî xist û li nûçegihanan da.

Koma Defend Kurdistan a ku dixwest piştgiriya çalakiyê bike jî ji aliyê asayîşê ve hat astengkirin. Çalakvanên ku hatine astengkirin li Şengeserê daxuyanî dan.

Li ser navê çalakvanan ciwanê bi navê Karwan Kelarî daxuyanî da û wiha got: “Me xwest li dijî dagirkeriya dewleta tirk biçîn Qendîlê û dest bi çalakiya mertalên zindî bikin. Lê asayîşê rê neda. Em vê helwesta asayîşê şermezar dikîn, em ê bi tu awayî li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û êrişan bêdeng nemînin.”

Kelarî dawiyê de bang li hemû ciwanên Kurdistan û derveyî welat kir da ku tev li pêngava ‘Cenga Azadiyê’ bibin.

Piştî daxuyaniyê endamên Şandeya Aştiyê ku ji bo destekdayînê tevlî çalakiyê bibûn jî, axivîn û piştgiriya xwe anîn ziman. RAPERÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar