Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Em ê li dijî rejîma dîktayê têbikoşin û bi ser bikevin’

Li dijî tayînkirina qeyûman di roja 49’emîn de jî li Amed û Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku yê qeyûm tayînkirin, ji vîna gel ditirsin. Çalakvanan diyar kir ku dê li dijî rejîma dîktayê li ber xwe bidin û bi ser bikevin

Wezîrê karên hundir ê dewleta tirk di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Ji wê rojê ve bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakî tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de her roj li Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê tê lidarxistin. Di roja 49’emîn de jî li Amed û Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Li Mêrdînê jî kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.

Di roja 49’emîn de li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Adnan Ozyalçiner û gelek welatiyan çalakiya nobedê hate lidarxistin. Çalakî bi dirûşman dest pê kir. Piştre jî Adnan Ozyalçiner axivî û got ku yên qeyûm tayînî şaredariyan kirin, ji gelê bajar ditirsin. Ozyalçiner diyar kir ku hikûmet koletiyê li ser gel ferz dike.

‘Ji bo çareseriyê divê deriyê Îmraliyê vekin’

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogullari jî di çalakiyê de anî ziman ku bila neyê jibîrkirin ku muxatabê çareseriyê Ocalan e û ji bo vê jî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ê Amedê Ramazan Karakaya jî bi lêv kir ku qeyûm ne tenê tayîni şaredariyan hatiye kirin, her wiha li vîna gel hatiye kirin.

Piştî axaftinan ji bo kampanyaya îmzeyan ku dê saet di 16.00’an de li Kolana Hunerê bihata destpêkirin, banga tevlêbûnê hate kirin.

Çalakiya Wanê

Bi heman boneyê li Wanê jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan, Mûrat Sarisaç, endamên Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan di roja 49’emîn de li ber avahiya HDP’a Rêya Armûşê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Ne rêveberiya qeyûm, vîna gel’ hatibû vekirin û girseyê dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ û ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ berz kirin.

‘Li dijî rejîma dîkta em ê alîgirên yekitiya gelan bin’

Di çalakiyê de parlamenter Muazzez Orhan axivî û wiha got: “Her tim gefan li me dixwin. Bi polîtîkayên şer dixwazin welat birêve bibin. Li dijî rejîma dîktayê, rejîma yekkesî û desteserkirina vîna gelan em ê her tim bibin alîgirên demokrasî, aştî, wekhevî û yekitiya gelan. Ji bo pêşerojeke azad dê têkoşîn û berxwedana me bidome. Êdî gelên me dixwazin bi hev re bijîn. Partiya me bûye hêviya gelên Tirkiyeyê û aştiyê. Ji ber vê jî ditirsin.”

Piştî axaftinan jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi gotina stran û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Li Mêrdînê daxuyanî

HDP’a Mêrdînê jî têkildarî rojevên heyî li avahiya partiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla hevseroka HDP’a Mêrdînê Eylem Amak ve hate xwendin. Amak anî ziman ku desthilatdarî hewl dide bi pêkanînên dijdemokratîk, polîtîkayên şer û feraseta tekparêz li ser pêyan bimîne. Amak got ku nenaskirina vîna gel, redkirina pergala hevserokatiyê û tayînkirina qeyûman girêdayî polîtîkaya şer in. Amak da zanîn ku hikûmet bi polîtîkaya şer dixwaze êrîşî rojavayê Kurdistanê jî bike û di bingeha vê polîtîkaya şer de jî dijminatiya li dijî kurdan heye.

Kampanyaya îmzeyan

Amak daxuyand ku wan li dijî tayînkirina qeyûman dest bi kampanyeya îmzeyan a ‘Dest nede vîna min’ kiriye û wiha bi dawî kir: “Divê gel xwedî li vê kampanyayê derbikeve. Dîsa kampanyaya me ya ‘Bibe endamê HDP’ê’ dewam dike. Em dixwazin ku gelê me lê xwedî derkeve. Em ê di nava 2 mehan de kongreyên xwe yên hemû navçeyan li dar bixin. Li dijî têkparêzî, şer û xespkirina vîna gel, bi baweriya demokrasî, aştî û azadiyê di bin sîwana HDP’ê de li ber xwe bidin û dê bi ser bikevin.” AMED-WAN-MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar