Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Em ê li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşînê bidomînin’

Di axaftinên Kongreya Giştî ya Asayî ya ÎHD’ê hatin kirin de, hat diyarkirin ku êrîşên li ser Fîlîstînê tên kirin, li ser Rojava jî tên kirin û li dijî tecrîda Îmraliyê peyama têkoşînê hate dayîn.

21’emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşmeya “Mirov bi mafen xwe heye, ÎHD bi têkoşîna xwe” li Dika Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê hate lidarxistin. Li eywana lijne lê hate kirin pankartên “Tecrîd Sûcê mirovahiyê ye, ji Girtiyên Nexweş re Azadî” , “Tundiya li dijî jinê polîtîk e” , “Bila windakirî bên dîtin, bila faîl bên darizandin” , “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn ê mirovî ye” hatin daliqandin.

Dayikên Şemiyê, Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan, dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hate qetilkirin, Fehîma Poyraz, parlamentera HEDEP’ê ya Rihayê Dîlan Kûnt, nivîskara Fîkret Başkaya, EMEP, Partiya Saadetê, KESK, Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya 78’an û Weqfa Aştiyê tevlî lijneyê bûn.

Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçuk Balaban destpêka lijneyê axivî. Balaban, diyar kir ku di serdemeke ku mafên mirovan di bin zexteke zêde ne de Lijneya Giştî ya ÎHD’ê tê kirin. Piştî axaftina Balaban hilbijartina dîvanê hate kirin. Pêkhatina dîvanê ya tenê ji jinan li eywanê bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin. Nîmet Tanrikûlû, Fehîme Poyraz, Hanîfe Yildiz, Berfîn Elçî û Neylan Solmaz Saçilik ji dîwanê re hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de rêz hate girtin.

Piştre Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî. Keskîn, diyar kir ku hemû endamên ÎHD’ê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tîne û wiha got: “Em li ÎHD’ê her tim dibêjin ‘dikevin pêvajoyeke zor û zehmet’. Belê dê ev pêvajo jî gelek zor bît. Ji ber ku ev îttîhata ku di sala 1915’an de Qirkirina Ermenan kir komar ava kir. Di pêvajoya sed salan de hewl hate dayîn bi qirkirin, sirgun û bişaftinê cudahiyên li welat dijîn bên tunekirin.”

Keskîn a qala pirsgirêkên li Kurdistanê dijîn kir, anî ziman ku bêyî nîqaşa bîrdoziya fermî aştî nayê. Keskîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêk heye. Ji ber ku ev ne tenê pirsgirêka erdnîgariya me ye. Hişmendiya mêtînger dixwaze li her çar parçeyan Kurdan tune bike. Belê îro şerekî biêş li Rojhilata Navîn heye. Îsraîl bi terora dewletê hewl dide Filistînê ji holê rabike. Hin kesên li vê erdnîgariyê ji xwe re dibêjin mûxalîf komkujiya li Fîlîstînê dibînin, lê komkujiya li Rojava nabînin. Divê em weke rêxistinên muxalîf nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bikin.”

Keskîn, têkildarî Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe dipirsin her tim tên binçavkirin jî wiha got: “Dema em îro li vir qala vê dikin, dibe ku saetek piştre hevalên me bên binçav kirin. Ji bo vê jî em ê piştî demekê daxuyaniya piştgiriyê ya ji bo Dayikên Şemiyê bidin. Berxwedana Dayikên Şemiyê me hemûyan wêrek dike.”

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal ê pişt re axivî jî têkildarî sedsala Komara Tirkiyeyê wiha got: “Sedsala komarê dîroka binpêkirina mafên mirovan e. Pirsgirêka bingehîn a erdnîgariyê pirsgirêka Kurd e. Divê pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bibe. Helbet ev yek jî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkane. Ji bo em civakeke wekhev ava bikin pêşengtiya me aştî ye. Heta ku aştî pêk neyê azadî nayê vî welatî.”

Bîrdal di berdewama axaftina xwe de Çapemeniya Azad jî silav kir. Bîrdal, bi bîr xist ku îdianameya edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz ê jê re 37 sal ceza tê xwestin bi pere firotine wî û wiha got: “Rojnamevan Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz cezaevindeler. Ez ji vir Çapemeniya Azad a mafê agahî wergirtinê yê civakê diparêze silav dikim.”

Piştî axaftina Bîrdal, ji bo daxuyaniya piştgiriyê ya ji Dayikên Şemiyê re navbereke kurt dan kongreyê.

Piştî daxuyaniya piştevaniyê ya ji Dayikên Şemiyê re Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê yê beriya niha Ozturk Turkdogan axaftinek kir. Turkdogan, anî ziman ku êdî delegeyê ÎHD’ê ye û wiha got: “Di bin vî banî de demekî dirêj em bi we re têkoşiyan. Em rêgezeke ku di cîhanê de jî derbasdar e bi bîr bixin; hûn bi kê re şer bikin hûn ê bi wî/ê re li hev bên. Em di nava vê şewata Rojhilata Navîn de qet nebe li Kurdistanê dixwazin aştiyê bibînin. Em ê tecrîda li Îmraliyê ji bîr nekin. Em ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wan bê rakirin têkoşîna xwe bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar