Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...

Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...
Salı - 3 Aralık 2024

Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...

‘Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin’

Dayika girtî Aslihan Tîmûr a ev 50 roj in li Wanê di Nobeta Edaletê de diyar kir ku ew dest ji lêgerîna edaletê bernadin û wiha axivî: “Ji birêz Ocalan agahî stendin mafê gelê kurd ê herî xwezayî ye. Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”

Girtiyên PKK-PAJK’ê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di roja damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikên girtiyan jî li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Îzmîr û Mêrdînê di heman çarçoveyê de Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî îro kete roja 50’an. Aslihan Tîmrû ku kurê wê Botan Tîmûr ê li Girtîgheha Tîpa F a Wanê tê ragirtin û 9 sal in girtî ye, Tîmûr, ev 50 roj in di Nobeta Edaletê de cih digire ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li avahiyê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) hatiye destpêkirin.

Dayik Tîmûr a ji zarokatiya xwe heya niha li dijî zextên dewletê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, ji ber ferzkirina cerdewantiyê di sala 1988’an de ji navçeya Elkê ya Şirnexê koçî Colemergê kir.

Di salên 1990’î de 4 zarokên Tîmûr ên temênê wan biçûk bûn, hatin binçavkirin û 2 ji wan hatin girtin. Di sala 2014’an de polîsan bi ser mala Tîmûr de girtin û Azad, Naîm û Botan Tîmûr binçav kirin. Naîm û Botan Tîmûr piştî derketin dadgehê, hatin girtin. Ji herdu birayên Naîm piştî 8 mehan, Botan jî derveyî xwestina xwe sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hate kirin û piştî salekê hate berdan. Di sala 2016’an de li ser mala birayê Botan Tîmûr ê zewicî Rojhat Tîmûr girtin. Botan û birayê xwe yê zewicî hatin binçavkirin. Botan Tîmûr ê bi îdiaya “bombeya zindî” hatibû binçavkirin rastî êşkenceyê hat û piştî derket dadgehê ji heman hincetê hate girtin. Rojhat Tîmûr jî hate berdan. Piştî ku lawê wê Botan hate girtin Tîmûr ji Colemêrgê koçî Wanê kir. Tîmûr destnîşan kir ku tevî zextên zêde jî ew ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomîne.

Li dijî zilmê rabê ser piyan

Tîmûr da zanîn ku lawê wê Botan Tîmûr ev 9 sal e di odeya yekkesî de tê ragirtin destnîşan kir ku wî beriya niha jî li dijî zext û zilmê li ber xwe daye. Tîmûr, da zanîn ku piştî lawê wê bi awayeke bêhiqûqî hatiye darizandin, têkoşîna wê bêhtir kûr bûye û wiha axivî: “Bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê li tu dewletan nîne. Min ev bêhiqûqiye qebûl nekir û ez ê qebûl nekim. Min li ber xwe da û ji bo ku têbikoşim min soz da. Li dijî zext û zilmê ez rabûm ser piyan. Li dilî vê zext û zilmê me di sala 2022’yan de bi dayikên girtiyan re li pêşiya girtîgeh, nexwşxane, ATK’ê û edliyeyê dest bi çalakiyên nobetê kirin. Me xwest hindik bi jî li dijî bêedaletiyê bibin dengê girtiyan. Ji bo ku êşkenceya li dijî zarokên me berdin em di çalakiyên nobetê de man. Gardiyanên ku jê re bibên robot bi ser qawişên zarokên me digirin û işkenceye li wan dikin. Em ê li dijî îşkenceyê parastina edaletê bidomînin.”

Tîmûr anî ziman ku ew ji bo edaletê biparêze û bêedaletiya heyî biçe tev li çalakiya Nobeda Edaletê bûye wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Ji bo dengê zarokên me were bihîstin em ê heta dawiyê têkoşîna xwqe bidomînin. Em bi îradeya xwe li vê derê ne û ev 50 roj in daxwaza edaletê dikin. Ez bang li hemû dayikan dikim, werin em xwedî li zarokên xwe derbikevin. Em piştgiriyê bidin têkoşîna wan.”

‘Li dijî tecrîda derhiqûqî ketine greva birçîbûnê’

Tîmûr di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan da û ev tişt anî ziman: “Ji birêz Ocalan ev 34 meh in tu agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran tên redkirin. Grevên li zindanan hatine destpêkirin li dijî vê tecrîda derhiqûqî ye. Vêga li çar aliyê Tirkiyeyê qêrînên daxwaza edaletê berz dibin. Ji birêz Ocalan agahî stendin mafê gelê kurd ê herî xwezayî ye. Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar