Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Em ê li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî faşîzmê têbikoşin’

Li Wanê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin ku li ser gelê kurd û  hêzên demokrasiyê êrîşeke qirkirinê heye. Her wiha hat destnîşan kirin ku desthilatdariya AKP’ê têk çûye û ev nirxandin hate kirin: “Ev gel dê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Em ê li dijî faşîzmê serî netewînin û li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî faşîzmê têbikoşîn.”

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ku di 19’ê tebaxê de ji bo protestokirina biryara tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatibû destpêkirin, di roja 38’emîn de jî berdewam kir. Di vê çarçoveyê de li Wanê îro jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin.

Çalakî li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêya Armûşê bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, hevşaredar, Dayikên Aştiyê, axtîvîstên TJA’yê û bi sedan şêniyên Wanê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ‘Ne rêveberiya qeyûm, vîna gel’ hatibû vekirin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî.

‘Ev gel dê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike’

Nûran Îmîr diyar kir ku gelê kurd bi têkoşîna xwe navê xwe di dîrokê de nivîsandiye û wiha domand: “Gelê kurd û hêzên demokrasiyê bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû ne. Tu wateyeke pergala demokrasiyê li Tirkiyeyê nemaye. Çarenûsa 80 milyon girêdayî gotina kesekî ye. Ji bo azadiyê hemû gel divê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Li kolanên Wanê her roj sindoqan danin jî ev gel dê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Biryarê ew bi xwe dê bidin.”

‘Destihilatdarî têk çûye’

Îmîr destnîşan kir tu kes nikare li hemberî têkoşîna demokrasiyê bibe asteng û wiha derbirî: “Ne tenê qeyûm, ferîştahê wî jî bê dê nekare vîna gel têk bibe û teslîm bigire. Hûn talanker in û em we nas nakin. Ji 7’ê hezîranê ev desthilatî têk çûye. Bi polîtîkayên zilm û zordariyê hewl didin li ser pêyan bimînin. Em ji bo mirovahiyê têdikoşîn. Em bi xwe bawerin û em ê bi ser bikevin.”

Pergala hevserokatiyê

Herî dawî jî parlamenter Îmîr wiha got: “Bi darbeya qeyûman re weke destkeftiya herî mezin a jinan anku pergala hevserokatiyê hedef hate girtin. Em ê ji vê pergalê tawîz nedin. Em ê li her mal û kolanê pergala hevserokatiyê ava bikin. Em ê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî faşîzmê serî netewînin û paşve gav neavêjin.”

Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî û piştre jî bi dawî bû. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar