Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Em ê li her qadê her kêliyê veguherînin berxwedanê

Kongra Star 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku meşa berxwedanê ya ji mîrateya dîrokî ya berxwedana jinên di kargeha tekstîlê de dixebitîn, heta roja îro didome.

Meclisa Kongra Star de barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de 8`ê Adarê di şexsê Roza Luksemburg û Leyla Qasim, Leyla Şaylemez, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Jîna Emînî,  Tolhildan, Nagîhan, Hind, Seida, Çîçek, Zeyneb û şehîdên din de li hemû jinên cîhanê hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Ev roj temsîla ruhê berxwedan û têkoşîna jinan e. Em Rêber Abdullah Ocalan ku bi talîmata xwe nîşan da ku ew hevalê rast ê jinan e, silav dikin. Jinên cîhanê û şehîdên azadiya jinan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.”

Di dewama daxuyaniyê de Serhildana bi pêşengiya jinên rojhilatê Kurdistanê-Îranê jî hat silavkirin û bal hat kişandin ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye slogana hevpar a tevahî jin û civakên ku azadiya xwe di azadiya jinan de dibînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîn û îradeyeke mezin berxwedan û têkoşîna azadiyê gihandin asta herî jor û ev tiş hat gotin: “Meşa berxwedan û têkoşînê ya ji mîrateya dîrokî ya berxwedana jinên di kargeha tekstîlê de dixebitîn heta roja îro didome. Em soz didin ku em ê heta serkeftinê berxwedan û têkoşînê bidomînin. Em bang li hemû jinan dikin ku heta serkeftina azadiyê li qadan bin. Têkoşîna di hemû qadên jiyanê de wê bibe rêya rizgarî û bidawîkirina tundiya li ser jinan. Em weke rêxistinên jinan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê divê her kêlî li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar