Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ê li ser şopa têkoşîna zarokên xwe bin’

Dayikên Sevê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir diyar kirin ku zarokên wan sivîl bûn û ji hêla dewlet tirk ve hatin qetilkirin. Dayikan diyar kir ku zarokên wan ji bo aştî, azadî û gelê xwe têdikoşiyan û ew jî dê dev ji rêya wan bernedin

Di 14’ê kanûna 2015’an de li Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Di dema qedexeyê de ango di 4’ê çileya 2016’an de gava endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk Sevê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (TJA) Fatma Uyar û hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ji taxekê diçûn taxeke din, ji hêla hêzên artêşa tirk ve hatin qetilkirin. Bi ser mirina her sê siyasetmedarên jin re 4 sal derbas bûn. Lê heta niha jî ji ber vê komkujiyê tu kes nehatiye darizandin. Her çiqas lêpirsîn hatibe destpêkirin jî lê belê hîn jî dosyeya lêpirsînê wekî roja ewil e. Di dosyeya siyasetmedar Nayir de ji bo qetilkirina wê ‘kuştina wê bi guman e’ tê gotin. Di dosyeya Sêvê Demîr de jî biryara ‘veşarî’ heye.

Malbatên her sê jinan têkildarî mijarê ji MA’yê re axivîn. Der barê mijarê de dayika Fatma Uyar, Hatîce Uyar ev tişt anî ziman: “Bi rastî jî behskirina jiyana wê zehmet e. Dema behsa wê dikim, pir bêriya wê dikim û nikarim bi axivim. Em pir ba hev neman. Hêj di 12 saliya xwe de di nava xebatên partiyê de bû. 3-4 sal piştre hate girtin û 5 sal û 3 mehan di girtîgehê de ma. Piştre hate Silopiyayê. Di dema qedexeyê de jî jiyana xwe ji dest da. Ne pêkane ku ez tiştên bi serê wê hatin ji bîr bikim. Heta sax bim ez ê têkoşîna wan ji bîr nekim. Ez ê dev ji rêça wê bernedim. Em pê serbilind in. Rêya me ronî kiriye. Her cara diçim ser gora wê diêşim. Bi şev û bi roj tim di bîra min de ye.”

‘Nahêlin em kujerên keça xwe jî bipirsin’

Dayika Pakîze Nayir, Behiye Nayir jî destnîşan kir ku heta ku sax be dê vê êşê ji bîr neke. Nayir wiha domand: “Pakîze, hem li partiyê hem jî li malê bêqusûr bû. Jêhatî bû, dikana wê hebû û debara malê dikir. Tev li siyasetê bû û li wir jî serkeftî bû. Pakîze sivîl bû û HDP’yî bû. Lê ew kuştin. Ma mirov van mirovan dikuje? Ez dixwazim kujerên wê bên dîtin û darizandin. Nahêlin em li kiryarên keça xwe jî bipirsin. Gava em behsa keça min dikin dozê li me vedikin.”

‘Sevê welatpar bû’

Her wiha dayika Sevê Demîr, Sakîne Demîr jî têkildarî keça xwe wiha got: “Sevê welatperwer bû. Hay ji çanda xwe hebû. Di 12 saliya xwe de tev li têkoşînê bû. Weke gelek jinan ne gotÜ; ‘ez ê bizewicim.’ Xwedî li gelê xwe derket. Ji bo edalet, aştî, yekitî, aramî û ji bo ku dilê dayikan neêşe, ji bo ku komkujî çênebin, ji bo kes koçber nebe da ser vê rêyê. Sêvê, tim digot divê di nav têkoşînê de jin pir bin. Keça min sivîl bû. Demek piştî ku ji girtîgehê derket hate kuştin. Temamiya cîhanê şahidî ji tiştên qewimîn re kir. Divê xwedî li van kesan bê derketin. Bila jin dest bidin destê hev û bibin yek. Êdî bes e. Dê aştî pêk bê. Em naxwazin êdî li vî welatî komkujî pêk bên.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar