Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Em ê mafê azadiyê bigîhînin asta herî jor’

Jinên Amedê û yên Wanê bi boneya 8’ê Adarê herikîn qadan. Di pîrozbahiyan de jinan berxwedana Leyla Guven a 121 roj in di greve de ye silav kirin. Leyla Guven jî peyamek ji Qada Îstisyonê ya Amedê re şand û wiha got: “Em ê mafê azadiyê bigîhînin asta herî jor.”

Platforma Jinan a Dîcle Amed (DKAP) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Qada Îstasyonê mitîng li dar xist. Mitînga bi dirûşma “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne” hat lidarxistin. Jin li Kolana Gevran a li Semta Ofîsê kom bûn û bi dirûşm û erbane û pankart û rengên xwe meşiyan Qada Îstasyonê. Ji gelek bajarên dordorê jî jin ji bo mitîngê hatin qadê.

Jinan di meşê de û li qadê bi dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye” çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 121 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan li ber xwe dide silav kirin. Jin li qadê li ber muzîkê govend digerînin û bênavber dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî peyam şand mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê. Peyama Guven a ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat xwendin wiha ye:  “Merhaba jinên dilovan. Em di hefteya 8’ê Adarê de ne. Ez berxwedana 8’ê Adarê ya hemû jinên cîhanê û ya we pîroz dikim. Ez bi bawerim her roja nû 8’ê Adarê ber bi rojên azad ve bibe û mizgîniya azadiyê dide me. Em jin dê daxwazên civakê di qadên 8’ê Adarê de bînin ziman û qîr bikin. Her roj berxwedan mezintir dibe û têkoşîna me bilind dibe. Em ê mafê jinê yê di nava civakê de yên wek hiqûq û azadiyê bigihînin asat herî jor.”

Li Wanê jî pîrozbahiyên 8’ê Adarê hebû. Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Mûsa Anter mîtîng li dar xistin. Jin ji avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê û ji Avahiya Bajêr a HDP’ê ya Wanê ji du hêlan ve bi meşeke girseyî ketin qada mîtîngê. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên reng bi reng ketin qadê bi hev re ketin qadê dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedan Leyla” berz kirin û govend gerandin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di pîrozbahiyê de axivî û berxwedana Leyla Guven silav kir.  Bûldan bal kişand ser têkoşîna û berxwedana jinan a ji bo azadiyê. Bûldan, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. AMED/ WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar