Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em ê makeqanûna ku bêyî me tê amadekirin nas nekin’

Rûspiyên eşîrên tirkmen û ereb û hevserokê rêveberiya xweser a Efrînê yê berê Osman Şêx Îsa diyar kirin ku makeqanûneke ku bêyî gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê amadekirin, dê wan eleqedar neke. Axaftvanan anî ziman ku gelê herêmê di tunekirina terorê bedelên giran dan û heke ku tev li amadekirina makeqanûnê nebin, dê wê makeqanûnê jî qebûl nekin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di 23’yê îlonê de ragihand ku ji bo amadekirina makeqanûna Sûriyeyê komîteyeke ku ji 150 kesan pêk tê hatiye avakirin. Li gorî daxuyaniya Guterres, dê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li komîteyê nebin. Têkildarî mijarê rûspiyên eşîrên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Herêma Efrînê yê berê  Osman Şêx Îsa ji ANHA’yê re axivîn.

Ji rûspiyên eşîra tirkmenan Bîlal Hesûn Xelef bang li aliyên ku makeqanûna Sûriyeyê amade dikin kir û da zanîn ku kesên rûmetdar ên ku li dijî komên çete şer kirine divê tev li amadekirina makeqanûnê bibin. Xelef diyar kir ku yên ku niha tev li komîteyê bûn ew derdorin ku Sûriye wêran kir û gelê wê kuştin in. Xelef got ku gelê Sûriyeyê ji bo amadekirina makeqanûnê hewceyî bi hêzên derve nabîne û wiha dom kir: “Sûriye ya hemû sûriyeyiyan e. Gelê bakurê Sûriyeyê di vî şerî de gelek êş kişandin û ji bo tunekirina DAIŞ’ê kedeke mezin da. Divê gelê vê herêmê di asta biryardayînê de xwedî rol be.”

‘Destûra ku em tê de nebin em ê qebûl nekin’

Rûspiyê eşîra  El Bû Esaf a ereb Elî Himêdî jî di serî de bi bîr xist ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 11 hezar şehîd dane û wiha derbirî: “Her wiha 22 hezar zarokên wan birîndar bûn. Destûra ku em tê de nebin dê qebûl nekin. Ev komîte ji niha ve felc bûye. Em amade ne ku tev li diyalogên navxweyî bibin.”

‘Ev ne cara yekemîne ku qala makeqanûnê tê kirin’

Têkildarî mijarê hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Herêma Efrînê yê berê Osman El Şêx Îsa jî axivî. Şêx Îsa di serî de bi bîr xist ku di dirêjahiya salên aloziya Sûriyeyê de cara yekemîn nîne ku qala amedekirina makeqanûna Sûriyeyê tê kirin û wiha got: “Dewletên ku mudexeleya aloziyê kirine dixwazin berjewendiyên xwe bi rêya van gavan pêk bînin. Her gaveke bêyî gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê tên avêtin dê ji hêla gelê me ve neyên qebûlkirin û neçarî têkçûnê ne.”

‘Bêyî gelê herêmê çareserî nînin’

Şêx Îsa bi lêv kir ku divê lîste careke din li ber çavan bê derbaskirin û wiha pê de çû: “Di komîteyê de 50 kes ji muxalefeta girêdayî dewleta tirk û 50 kes jî ji rejîmê ne. Li Sûriyeyê hêza herî lawaz dewleta tirk e. Hemû cîhan dizane ku rejîma Sûriyeyê ji bo çareseriyê micid nîne. Ger nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyeyê nebin, çareserî jî nîne.”

‘Gelê me cîhan ji terorê xelas kir’

Herî dawî jî Şêx Îsa ev tişt destnîşan kir: “Gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin ala HSD’ê de terora DAIŞ’ê ku hemû cîhan ditirsand, têk bir. Niha jî li dijî şaneyên wê têdikoşe. Projeya wan a neteweya demokratîk pêşî li belavbûna terorê girt. Cîhan minetdarê gelê me ye. Ji ber vê jî divê di komîteya amadekirina makeqanûnê de hebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar