Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Em ê nehêlin bêhn bê ber dijmin’

Fermandarên HPG û YJA Starê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ên li ser Zap û Avaşînê ji ANF’ê re axivîn.

Ji fermandarên YJA Starê Sozdar Evîn anî ziman ku ji sala 2022’yan û pê ve qonaxeke nû destpê kiriye û ragihand ku artêşa dagirker bi her awayî êrîşî xaka Kurdistanê dike û şerekî giran diqewime.

Evîn bi bîr xist ku ew beriya niha li Zapê ma û got, “Ez zanim bê hevalên li wê derê bi kîjan ruhî şer dikin, bi kîjan hestê dilsozê xakê ne, ji aliyê taktîkî ve bi çi rengî xwe amade kirine, bi taybetî çawa girêdayî pêvajoyê ne û şer dikin. Dijmin dibe ku berê yekser çeka kîmyewî bi kar nedianî, lê belê niha li hemberî hevalan yekser kîmyasalê bi kar tîne. Heval bi ruhê serketinê, bi hevrêtiya rastî ji bo karibe heta dawiyê hevrêtiyê bi Rêbertî re bikin şer dikin. Dema dawî Skorsky xistin, derb lê xistin. Dema em li wir bûn dijmin windahiyên xwe vedişart. Me didît bê çawa direve, qîrîn û belavbûna wan a li qadê me didît.”

Evîn destnîşan kir ku gerîlayên li Zapê dijmin baş nas dikin, li gorî wê yekê xwe amade kirin e û şer dikin û wiha dewam kir: “Dibe ku niha em li wê qadê nînin, lê belê bi rastî jî bi ruh, kûrbûna xwe re em bi hevalan re ne. Her ku em dibînin heval bi coş û moral derbê li dijmin dixîne, em jî jê moralê digirin. Şerê tê kirin şerekî gelekî pîroz e û wê serketinê misoger bike. Her cure êrîşên hovane, xiyanet û komploger wê têk biçin. Em weke hevrêyên wan, hêzeke mezin ji wan digirin. Çi dibe bila bibe serketin wê ya me be.”

Şehîd çavkaniya têkoşînê ne

Ji fermandarên HPG’ê Cemal Erdal jî diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di hin noqteyên giran, qonaxên girîng re derbas bû û bi bîr xist ku di mijara rêxistiniyê de gelek berhemên girîng afirîn.

Fermandar Cemal Erdal meha gulanê ku weke meha şehîdan hatiye pênasekirin bi bîr xist û got, “Eger em dikarin li dijî êrîşên dewleta tirk têkoşîneke xurt bimeşînin bêguman ev yek bi saya şehîdan e. Em dixwazin mîrateya ku me ji wan girtiye bi serketinê tacîdar bikin. Têkoşîna ku niha li Zap, Avaşîn, Metîna û qadên din tê meşandin çavkaniya xwe ji vê werdigire. Yanî çavkaniya esasî ya vê têkoşînê hevalên ku şehîd bûne. Mirov dikare bi hêsanî vê yekê bêje. Şehadetê niha diqewimin, Kurdistana azad mumkun dikin. Bingeha jiyana azad jî ev e. Bêguman ev hemû xwedî wateyê ne. Yanî mirov çiqasî wateyê bide jî kêm dimîne. Bi hêsanî nikare bê ser ziman. Li ser vê bingehê şehîdên meha gulanê careke din bi bîr tînim.

Niha li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê û cihên din ên Kurdistanê têkoşîneke gelekî xurt tê meşandin. Dagirkeriya tirk êrîşên gelekî giran dike. Bêguman li hemberî wan jî berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Nahêlin ku dagirker wê derê dagir bike an jî li xaka Kurdistanê bi cih bibe. Têkoşîna me nîşan daye ku çi dibe bila bibe em ê nehêlin dagirker li Kuridstanê bimîne, em ê nehêlin li Kurdistanê bi cih bibe.

Kurdistan naşibe welatekî cuda. Taybetmendiyên gelê kurd, çand û çavkaniya xwe ya dîrokî naşibe yên gelên cuda. Em baş fêhm dikin bê çima dagirker heta jê tê êrîşî Kurdistanê dikin. Dixwazin xaka ku çand afirandiye bêçand bihêlin. Xaka ku nasnameya destpêkê lê çêbûye bênasname bihêlin. Xaka ku ziman lê destpêkê afiriye bêziman bihêlin. Xaka ku civakîbûn lê xurt e bêcivak bihêlin. Ji bo vê dixwazin êrîşan berfireh bikin. Li ser vê bingehê êrîş dikin. Bêguman wateya van hemûyan heye. Her çend dagirker bi ewqas hêza xwe û teknîka xwe êrîşî hêzên azadiyê dikin jî nikarin îradeya xwe li ser gelê Kurd û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê serwer bikin. Ev yek jî ji ber taybetmendiyên vê rêxistinê ye. Dibe ku mînakên wê di dîroka partiyê de rû dane. Di vê serdemê de ev yek hîn girîng e. Êrîş ji ku tên bila bên, çiqasî giran jî bin bila giran bin, di kîjan astê de teknolojiyê bi kar tînin jî îradeya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê nehêle ku dagirker Kurdistanê dagir bike. Ya rast ev yek ruhê Apoyî ye ku di sedsala 21’ê de hatiye avakirin. Çavkaniya vê berxwedanê di milîtaniya Apoyî de veşartî ye. Ji ber vê yekê dibe ku dijmin hînê pê nehesiya ye ku wê nikaribe gelê kurd û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têk bibe. Ev yek li qada şer aşkere bûye. Êrîş çiqasî giran jî be xeta Apoyî wê nehêle ku dagirkerî li Kurdistanê bi cih bibe.”

Dijmin derbên giran dixwe

Ji fermandarên HPG’ê Dagistan Întîkam jî anî ziman ku dewleta tirk 6 sal in li temamiya Kurdistanê; ji Efrînê heta Zagrosê êrîşên berfireh dike û got, “Ji tu êrîşan wê nikaribe encamê bi dest bixe. Li qadên ku niha êrîşê dike xitimî ye, derbên giran dixwe. Ji Efrînê heta Zagrosê em nahêlin ku bêhn bê ber dijmin. Bila dost û dijminên me baş zanibin; heta ku gerîlayek bi tenê bimîne wê li xaka pîroz a Kurdistanê bêhn neyê ber dijmin. Em ji xwe, gelê xwe û Rêberê xwe bawer in. Wê nikaribin ti carî îradeya me bişikînin. Heta ku ev dijmin li vî welatî neyê şikandin em ê nesekinin. Bi vê bawerî û hêzê em li ser piyan e. Li dijî Rêbertî tecrîdeke giran tê meşandin û hewl didin ku têkiliya wî ya bi gel û gerîla re bê birîn, bi vî rengî encamê bi dest bixin. Ev xeyal e, ji ber Rêbertî artêş û tevgereke welê ava kiriye ku em dilsozê ruhekî hevpar in. Rêbertî li eniyên şer û her tim bi me re ye. Li Avaşîn û Zapê wê dijmin têk biçe. Moral û hêza hevalan hemûyan xurt e. Em zanin ku eger dijmin bi ser bikeve, armanca xwe temamiya başûrê Kurdistanê ye. Temamiya destketiyên gelê kurd e. Bi taybetî gelê me yê Başûr divê bi vê zanibe û li gorî wê tevbigere. Eger îro bêdeng bimîne sibe wê bajar jî ji dest biçin, wê ji cih û warê xwe jî bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar