Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Em ê piştgiriyê bilind bikin, tecrîdê bişkînin

Endamên ESP û SDGF’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Edeneyê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di çalakiyê de banga têkoşîna hevpar hate kirin.

Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya endaman didome. Her wiha piştî Îzmîr û Stenbolê li Edeneyê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeya “Em ê piştgiryê bilind bikin, tecrîde bişkînin” li şaxa Komelya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bi daxuyaniyekî dest pê kir. Rêveberê ESP’ê yê Edeneyê Emrah Topaloglû û endamê SGDF’ê Tûncay Yildirim Ozen wê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin.

Endamên ESP û SGDF’ê û nûnerên ÎHD, HDP, TOP, EMEP û rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Emrah Topaloglû diyar kir ku ew piştî Îzmr û Stenbolê li Edeneyê jî dest bi greva birçîbûnê dikin. Topaloglû bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş û banga têkoşîna hevpar kir.

Endamê SGDF’ê Tûncay Yildirim Ozen jî anî ziman ku desthilatdarî bi girankirina tecrîdê re dixwaze zextê li girtîgehan bike û mafê jiyanê ya girtiyan binpê bike. Ozen diyar kir ku ew bi greva birçîbûnê re dixwazin tecrîda mutleq rakin û vê rewşê bikin rojeva hemû kesan.

Hevserokê TÛHAY-DER’ê Nîmet Sezgîn anî ziman ku tecrîda mutleq di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemû girtîgehan û welat roj bi roj zêdetir dibe.

Herî dawî daxuyaniya hevpar ji aliyê Emrah Topaloglû ve hate xwendin. Topaloglû diyar kir ku tecrîda herî giran li hemberî Abdullah Ocalan tê pêkanîn û destnîşan kir ku ew çalakiya xwe ji bo ku dawî anîna binpêkirinên mafan ên li ser hemû girtiyan û bi taybet li hemberî qedexe û tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dar xistine.

Hate diyarkirin ku Topaloglû û Ozen ku dest bi greva birçîbûnê kirin wê serdana hin saziyên sivîl û partiyên siyasî bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar