Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em ê qet û qet destûrê nedin ku pergala mêr bê avakirin’

Li Wanê li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya zilaman têbikoşin û qet û qet destûrê nedin pergala mêraniyê were avakirin  

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo jinan edalet’ a HDP’ê de, li Wanê meşek hevpar li dar xistin. Meş derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê de hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê yên Wan û herêmê, rêveberên bajêr û navçeyan û gelek jin beşdarî meşê bûn. Jinên li Kolana Hunerê ya li Cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê li hev kom bûn, bi hinceta biryara ‘qedexeya çalakiyan’ a walîtiyê hatin astengkirin.

Lê jinan ligel hemû astengkirinên polîsan jî, bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ heya avahiya HDP’ê ya Bajêr meşiyan. Jinan di kolana avahiya HDP’ê de, pankartên ‘Me li kolanan bi dest xist, em ê li kolanan biparêzin’ û ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ vekirin. Dûre parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyaniyê xwend.

Daxuyaniya jinan wiha ye:

“Hevgirtina mêr a AKP-MHP’ê, êrîşên xwe yên bêperwa yên li dijî jinan û destkeftiyên jinan didomîn in.

Desthilatiya ku ev demek dirêj e îradeya jinan ku hêza herî çalak a civakê ye hedef digire û tevkujiya jinan xistiye dewreyê, bi kûrkirina newekheviya zayendî ya civakî mêr fît kirine, bi taybetî li bajarên kurdan tacîz û tecawiza arasteyî jinan weke polîtîkaya şerê taybet bi kar aniye.

Em, baş dizanin ku di bingeha her cure êrîşên li dijî jinan de, armanca bidawîkirina têkoşîn û destkeftiyên jinan heye.

Tacîz û tevkujî

Di roja îro de ku tundiya arasteyî jinan pir caran weke sûc bi xwe jî nayê dîtin, jin ji bo ku di derbarê jiyana xwe de biryarê didin tên qetilkirin mêrên kiryar bi ‘daxistinên qerewat’ û ‘rewşa baş’ bêceza tên hiştin. Me ev jî herî zêde bi pêvajoya pandemiyê re di ketinên malan de dît. Desthilatiyê, pêvajoya pandemiyê hema bêje wek nîmetek dîtiye û bi derxistina zagona înfazê re tecawizkar, tacîzkar û kiryarên ku sûcên arasteyî jinan kirine serbest berdan û bi wê awayê jiyana jinan xistiye nav xetereyê. Jin di vê pêvajoyê de di malê de hatine girtin û bi tundî, tacîz, tecawiz û tevkujiyê re rû bi rû hatine hiştin. Dîsa, bi keysbaziya pandemiyê tifaqa mêr a AKP-MHP’ê, bi sepanên wek destûra biheq, Kod-29 ku ji polîtîkayên girtina jinan a di malan de ne xweser in xwestiye ku jin di hêla aboriyê de bi mêran ve werin girêdan. Tifaqa AKP-MHP’ê bi xwe di vê pêvajoyê de hema bibêje veguheriye şewbê.

Xweparastin

Li vê welatê ku her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin daraza mêr, ji jinên ku li hember dûçarmahina tundiyê xweparastinê dikin rê cezayên herî giran dide. Melek Îpek a ku di encama tundiya ku bi salan lê hatibû kirin de xwe parast mînaka herî dawî ya van sepanên neheq û bêhiqûqî ye.

Desthilatî wek astengiya herî mezin a hember pergala mêr a ku dixwaze bi polîtîkayên nîjadperest, tekparêz û zayendparêz ava bike jinan dibîne. Di bingeha êrîşên li siyasetmedar û aktîvîstên ku têkoşîna jinan didin de dîsa ev feraset heye. Êrîşên li pergala me ya hevserokatiyê ku di hemû mekanîzmayên rêveberiyê de nûnertiya wekhev bingeh digire tam jî ji ber vê awayê ye. Tifaqa mêr a AKP-MHP’ê bi sûcdarkirina hevserokatiyê, tayînkirina qeyûman a li îradeya gelî û bi israrkirina xwe ya di feraseta xwe ya tekparêz de hewl dide desthilatiya xwe hêzdar bike.

Jin ji derveyî îstîhdamê hiştin

Çawa ku armanca pêşîn a qeyûman ku rûdana feraseta desthilatiya mêr in jî dîsa jin û destkeftiyên jinan bûye. Navendên tundiya arasteyî jinan hatine girtin û jin bêparastin hatine hiştin. Malên spartinê hatine girtin û jin bi hawira tundîkar hatine mehkûmkirin. Kursên perwerdehiya pîşeyî, kooperatîfên jinan hatine girtin û bi wê hatiye xwestin ku jin derveyî qada îstihdamê werin hiştin.

Êrîşên bi pergal li ser rêxistinên jinan bi zêdehî didomin, bi operasyonên qirkirina siyasî her roj binçavkirinên nû tên kirin, bi îdiayên bêbinî jin rehîn tên girtin. Operasyona li ser Komeleya Jinan a Rosayê tam jî ji ber vê yekê hatiye kirin. Çalakiyên ku hevalên me yên ku têkoşîna jinan dimeşînin pêk anîne wek ‘sûc’ hatine nîşandan.

Polîtîkayên tecrîdê belav bûye

Îro polîtîkayên tecrîdê ji girtîgehan berbelav bûne û li hemû civakê tê geriyaye. Heta ku daxwazên girtiyên ku di berxwedana greva birçîbûnê ya ku hember polîtîkayên tecrîda ku lêferzkirina wê tê xwestin û binpêkirinên ku li girtîgehan tên jiyandin hatiye destpêkirin neyên bicihanîn em dê tu car dev ji têkoşînê ber nedin.

Dijminatiya li dijî jinan tê pêşxistin

Polîtîkayên bi dijminatiya jinan ku li her çar hêla welêt tê pêşandan, li bajarên kurdan veguheriyaye polîtîkayeke şerê taybet. Îro arasteyî jinên kurd ku têkoşîna azadiyê didin her cure polîtîkaya tundiyê bi awayek bipergal ketiye meriyetê. Axaftinên dayiksalar ên parlamentera Colemergê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven wek sedema girtinê dîtin, dîsa berdevka demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku bi awayek neheq û bêhiqûqî hat girtin di danişîna dozê de ji ber daxwaza wê ya parastina bi kurdî xespkirina mafê wê yê parastinê hatina faşîzmê ya xala dawî ye.

Me çend caran got, teşhîr kir û em dê kirina wê bidomînin. Jinên kurd ji hêla unîformayiyan ve dûçarê her cure tacîz û tecawizan dimînin, dikevin ber pêlên xwekuştinê kesên van sûcan pêk anîne bi fîkefîka xwe di nav civakê de serbest digerin. Herî dawî ji hêla dadgeriyê ve parastina Mûsa Orhan mînaka herî şênber a polîtîkaya şerê taybet a dewletê ya li ser jinên kurd e. Dîsa bûyera Fatma Altinmakasa ku piştî çûyîna qereqola ku nikaribû bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bike û di encamê de hatibû kuştin ji polîtîkayên qirkirinê ne xweser e.

Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin

Xeleka dawî ya êrîşên li destkeftiyên jinan jî daxuyaniya biryara paş ve kişandina ji Hevpeymana Stenbolê ku mafên jinan bi awayek herî berfireh diparêze bûye. Hevpeymana Stenbolê ku di sala 2011’yan de li meclisê bi pejirandina hemû partiyên hatibû îmzekirin, di nîvê şevek de bi derbeya tek mêrî tunehesibandina wê hatiye xwestin. Desthilatiyê bi vekişîna vê hevpeymanê careke din dijminatiya xwe li jinan tescîl kiriye. Em bi gotina em dev ji Hevpeymana Stenbolê ber nadin careke din li hember polîtîkayên qirkirina jinê yên desthilatiyê deng der tînin.

Carek din em ji vir bang dikin!

Hûn dê nikaribin bi dijmindîtiniya her beşên muxalifên xwe, bi hedefdîtina jinan, bi derqanûnîkirina rêxistin û komeleyên jinan ên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin me bêdeng bihêlin. Dê jin bi hêza ku ji têkoşîn û rêxistinbûyîna jinan digirin, tu carî rê nedin ku hûn pergala mêraniyê ku hûn xeyal dikin ava bikin.

Sedsala azadiya jinan

Em wek jin careke din ji vir biryardariya xwe ya têkoşîna hember hevgirtina mêr a AKP-MHP’ê destnîşan dikin. Em dê bi afirandina estetîka berxwedana li dijî faşîzmê ya di xwe de tu car dev ji şerê mezin ê jiyanek watedar bernedin. Em dê bi mezinkirin û hevparkirina têkoşîna xwe sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinan.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar