Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Em ê Rêber Ocalan azad bikin’

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Star ji ber salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Komploya Navdewletî ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser gelê kurd hate kirin, ket sala xwe ya 22’yemîn. Di şexsê Rêber Ocalan de, dewletên metînger û hêzên navdewletî yên ku Kurdistan kirin çar parçe û gelê kurd di bin êrîşên qirkirinê de hiştin, dîsa bi Komploya Navdewletî rê li ber qirkirina tevahî gelê kurd vekir.

Ev 22 sal e Rêber Ocalan di Girava Îmraliyê de di bin tecrîtedeke girankirî de ye. Dîsa gelê kurd di bin zilmeke mezin a şoven û faşîst de ye û xaka Kurdistanê jî di bin gefên dagirkeriyê de ye. Ji bo hebûn û jiyaneke azad li ser xaka Kurdistanê hem Rêber Ocalan hem jî gelê kurd ji têkoşîn û berxwedanê gav paş de neavêtin. Gelê kurd di pêşengiya paradîgma û berxwedana Rêber Ocalan li hember neyarên sedsalan li ber xwe da û hîna jî li ber xwe dide.

Hêzên navdewletî, yên herêmî û nokeran bi Komploya Navdewletî hesap dikirin ku wê bi dîlgirtina Rêber Ocalan Tevgera Azadiyê ya gelê kurd tasfiye bikin û gelê kurd ji daxwazên azadiyê dûr bixin. Lê berxwedana Rêber Ocalan û gelê kurd nehişt ku bigihêjin armancên xwe û bi serbikevin. Gelê kurd di bin ronahî û pêşengtiya Rêber Ocalan û lehengê şoreşê de têkoşîna azadiyê her ku çu bilindtir kir. Tevgera Azadiya gelê kurd a ku rista wê têkoşîn û berxwedan e bû tevgerek ku bi milyonan kurd xwe lê digirin.

Wek ku tê zanîn pergala neteweya demokratîk a ku bi paradigmaya Rêber Ocalan gav bi gav li Bakur- Rojhilatê Sûriye û Rojava tê hunandin bingehê xwe ji keda Rêber Ocalan a 20 salan digire. Îro jin pêşengê wê paradigmayê û pargalê ne. Bi wê pêşengtî, berxwedan û têkoşînê, ne tenê gelê kurd hemû netewên ku li ser wê xakê dijîn pêl bi pêl ber bi rêya azadiyê ve diherikin. Di cîhana îro de ya ku serdestiya mêr xwe serwer dike û bê hêvîtiyê belav dike ji bo hemû mirovahî ye bû hêvî û ronahî.

Em dizanan ku hêzên serdest, mêtinger û kapîtalîst ji wê rastiyê ditirsin. Ji ber ku paradigmaya Rêber Ocalan di pêşengtiya jinan de pergalek wekhev, azad û demokratîk esas digire. Alternatîfa ku hemû mirovahî îro xwe lê digirin ev paradigma ye. Ji ber wê yekê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê û Rojava ji bo ku pergala me belav bikin, hundirê wê vala bikin gelek hewldan û êrîşên ku berdewamiya Komploya Navdeweletiye pêş dixin. Bi wan êrîşan di serî de dixwazin darbe li pêşengtiya jin, biratiya gelan bidin û gelê kurd bê statû bihêlin. Di roja destpêkirina Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê de ji aliyê dewleta faşît û dagirker a tirk ve Sêrêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Dîsa qetilkirina hevreyên mê Hevrîn Xelef û Zehra Berkelan bi armanca darbe li pêşengtiya jin xistin pêşket. Ji ber ku yên pergal, xeta azadî wekheviyê diparezin jinên pêşeng in.

Em dizanan ku hem dewletên navneteweyî, hem yên herêmî ku ev sed sal in Kurdistan di bin dagirkeriyê de hiştine û nokerên ku ev komplo bi hev re plan kirine, îro dîsa mil dane hevdu û dixwazin komployê bi qirkirin û bê statu hiştina kurdan bi dawî bikin.

Lê em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe rê nedin ku dagirkerên metinger bi ser bikevin. Em ê bi bilindkirina têkoşîna xwe Komploya Navdewletî têk bibin, Rêber Ocalan azad bikin û statuya gelê kurd mîsoger bikin.

Bi wê mebestê em hêzen ku Komploya Navdewletî plan kiriye û xistiye meriyetê û hemû hêzên ku bûne hevkar, şermezar dikin û soza bilindkirina têkoşîn û azadkirina Rêber Abdullah Ocalan didin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar