Endamên heyeta ewropî ku ji bo şopandina hilbijartinê hatibûn bakurê Kurdistanê diyar kir ku wan şahidiya gelek binpêkirinan kiriye. Endamên heyetê daxuyand ku ew ê binpêkirinên di hilbijartinê de li welatê xwe vebêjin û qala rejîma antîdemokratîk a Erdogan bikin
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo şopandina hilbijartina rêveberiyên herêmî, heyeteke ji ewropî vexwendibû. Li ser daxwaza hevserokên HDP’ê jî heyeteke ewropî ku ji 92 kesan pêk dihat hatibû bakurê Kurdistanê û hilbijartin şopandibû. Ji endamên heyetê endamên Partiya Çepgir a Fransayê li navçeya Pîraz û Hezro ya Amedê hilbijartin şopandin. Heyetê çavdêriyên xwe ji MA’yê bi Ozgur Paksoy re parve kirin.
Endamê Partiya Çepgir a Fransayê û endamê Meclisa Şaredariya Parîsê Delphine Fenasse da zanîn ku wan di roja hilbijartinê de şahidiya gelek binpêkirinan kiriye û wiha domand: “Li gelek deveran gef li endamên heyeta me hatin xwarin. Hinek endamên me jî hatin dersînorkirin. Her wiha AKP’iyan êrîşî me kir û gef li me xwarin. Lê leşkeran tu mudaxale nekirin. Li Fransayê ger leşker an jî peywirdarekî ewlehiyê bikeve avahiyê, serokê sindoqê wan derdixe. Li Fransayê kes nikare tiştekî wisa bike.”
‘Gelê Kurdistanê tevî şertên nebaş çû ser sindoqê’
Di heman mijarê de Sekreterê Neteweyî yê Partiya Çep a Fransayê Clavdio Calfuqvir jî bi lêv kir ku leşkerên li ser sindoqan derûniya mirovan xerab dikir û ev tişt destnîşan kir: “Hilbijartin li gorî standartên navneteweyî pêk nehatin. Lê dîsa jî gelê Kurdistanê çû ser sindoqan. Me bi çavê xwe dît, jineke extiyar saetek rê meşiyaye û hatiye ser sindoqê. Mirovan li ser sindoqê di demokrasiyê de israr kir. Her wiha me bi çavê xwe dît, peywirdarên ewlehiyê li gelek sindoqan deng bi kar anîn. ”
Nehiştin bikevin dibistanan
Endamê Partiya Çepgir a Fransayê û Şaredarê Montreuil Riva Gherchanoc jî got ku nehiştin ew bikevin dibistanan. Gherchanoc daxuyand ku polîs bi awayekî dijwar bi ser mirovan de diçûn. Endamê Partiya Çepgir a Fransayê Tomek Godefroy jî diyar kir ku li Hezroyê çûye 9 dibistanan lê polîs û leşkeran bi hinceta ewlehiyê nehiştine ku bikevin 6 dibistanan. Godefroy wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel di parastina demokrasiyê de bi israr bû û divê êdî polîs û leşker hînî vê rewşê bibin. Tiştên ku me li vir dîtin, em ê li Fransayê ji her kesî re vebêjin. Em ê li welatê xwe qala vê rejîma antîdemokratîk a Erdogan bikin.” AMED