Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Em ê serokatiya xwe azad bikin’

Bi wesîleya 3’yemîn salvegera çalakiya nobetê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ li bajarê Cenewê yê Swîsreyê meşek hat lidarxistin û wiha hate gotin: “Çi dibe bila bibe divê em Rêbertiya xwe îsal bi awayekî fîzîkî azad bikin. Weke gelê Kurd divê em berpirsiyariya xwe bi cih bînin û xwedî li azadiya Rêbertiya xwe derkevin..”

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ji 25’ê çileya 2021’an ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenewê yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, 3 sal li pey xwe hişt. Bi boneya salvegera 3’an a çalakiyê meşekî navendî hat lidarxistin.

Di çalakiya rûniştinê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de hat destpêkirin û her Çarşem didome, di nava 3 salan de hewl hat dayîn paradîgmaya Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda li raya giştî ya cîhanê were naskirin.

Girse tevî barana zêde li Qada Palaîs Wîlson ku avahiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) lê ye, li hev civiyan û beriya meşê daxuyaniyek dan.

Li ser navê komîteya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya Swîsreyê, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S) Selma Surer axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan divê azad bibe. Selmayê got: “Em ê îsal bikin sala azadiya Rêber Apo. Em ji gel, welatparêz û dostên xwe bi hêvî ne. Çi dibe bila bibe divê em Rêbertiya xwe îsal bi awayekî fîzîkî azad bikin. Weke gelê Kurd divê em berpirsiyariya xwe bi cih bînin û xwedî li azadiya Rêbertiya xwe derkevin. Em ê vê pêngavê heta dawî bidomînin.“

Girseyê piştî daxuyaniyê dest bi meşê kir û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin. Meş li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye rawestiya. Li ser navê girseyê û Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê siyasetmedar Mehmet Aslan axaftinek kir.

Mehmet bi bîr xist ku grevên birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dewam dike û wiha domand: “Kurd li gel hemû zextan jî xwedî li Rêbertiya xwe derketin û wê xwedî lê derbikevin. Tu zext wê nebe sedem ku em serî bitewînin. Di serî de Rêber Apo li dijî pergala êşkenceya li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa dide. Gelê me yê welatparêz jî li çar parçeyên Kurdistanê û li çiyan li ber xwe dide.”

Mehmet kesên ku 3 sal in çalakiyê didomînin pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de xelkê li Cenewê divê hemû Kurdistanî xwedî li vê çalakiyê derkevin û pêşvetir bibin. Gelê me wê tu carî serî li hember polîtîkayên faşîzma AKP’ê netewîne. Ji ber ku ger bi salan li dijî zextan li ber xwe daye û hatiye van rojan, wê îro jî li ber xwe bide. Em dixwazin bang li dewletên cîhanê û bi taybet NY’ê bikin. Ger kurd li Rojhilata Navîn li ber xwe didin, ev ne tenê ji bo wan e, ji bo astengkirina belavbûna taritiya DAIŞ’ê li cîhanê ye. Berxwedana Rojava li ber çavên hemû cîhanê pêk hat. Ger îro Ewropa dûrî belaya DAIŞ’ê ne, ev bi saya berxwedana kurdan e. Ev berxwedan di heman demê de ji bo azadiya hemû nasnameyên ku li cîhanê tune tên hesibandin in. Ger Kurd ji bo mafên cîhanê li ber xwe didin, divê NY û welatên Ewropayê jî ji bo azadiya gelê kurd rol bilîzin. Ji bo naskirina gelê kurd divê hewl bidin.”

Piştre çalakgeran li ber avahiya NY’yê çalakiya xwe ya her çarşemê, heta saet 17:00’an domandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar