Konferansa 2’yemîn a Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn beriya çend rojan li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin. Beşdaran diyar kirin ku konferans bi coş û kelecaneke mezin pêk hat û destnîşankirin ku wê li qada çand û hunerê berxwedana xwe mezintir bikin.
Yek ji beşdara konferansê Jînda Efrîn ev tişt anî ziman: “Konferansa me destpêkê li Rêber Apo, dayikên şoreşger û hunermendên jin hemûyan pîroz be. Me bi dirûşma ‘Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî şoreşa xwe ya çandê pêk bînin’ konferansa xwe lidar xist. Me konferansa xwe ya destpêkê sala 2016’an kiribû. Armanca me jinûve zindîkirina çanda me ye. Li ser vê bingehê me konferansa xwe ya duyemîn pêk anîn. Di konferansê de nîqaşên berfireh hatin kirin. Em li ser wê mijarê rawestiyan ku di nava vê rastiya şer de çawa dikarin çanda xwe hîn bêhtir xurt bikin, xwedî lê derkevin. Dijmin qirkirina çandî li ser gelan ferz dike. Şerê Cîhanê yê 3’emîn ji xwe li ser vê bingehê tê meşandin. Em jî dixwazin li hemberî van êrişan şoreşa xwe ya çandê pêk bînin. Divê em pêşî li dejenerekirina çandê bigirin. Ji bo jinûve zindîkirina çanda Toros û Zagrosan, weke jinên Rojhilata Navîn divê em di bin sîwana Kevana Zêrîn de li hev kom bibin.”
Beşdara konferansê Pelşîn Mûnzûr jî wiha got: “Konferansa me ya duyemîn ruhekî hîn mezintir ê têkoşîn û berxwedanê da me. Ji bo pêkanîna armancên xwe em hîn bi biryar bûn. Di konferansê de rewşa li Kurdistanê bi her awayî hate nirxandin, analîzên girîng hatin kirin, nirxandin hatin kirin. Dijmin ji her demê bêhtir êrişî çand û hunera gelê Kurd dike. Li dijî vê yekê wezîfeya Komara Amara ew e ku li Kurdistana dagirkirî bi rengekî zanistî bersivê bide êrişên li ser çandê, weke jin çand û hunera şoreşgerî ji xwe re bike esas û bi vî rengî berheman biafirîne. Bi navê Komara Amara em bang li jinên Kurdistanî hemûyan dikin; li dijî çanda populer, çanda arabesk, muzîka pop û rock a ku çanda civakî tune dike helwestê nîşan bidin û muzîka şoreşgerî ji xwe re bikin esas. Bi navê Komara Amara em berxwedana hevrêyên xwe yên li Zap, Metîna, Avaşîn û qadên din silav dikin. Em ê jî li qada çand û hunerê berxwedana xwe mezin bikin.”
‘Divê em êdî wêjeya xwe ya nivîskî jî bi pêş ve bibin’
Sarya Karakoçan jî wiha got: Me konferansek gelekî girîng lidar xist. Di konferansê de biryarên girîng hatin wergirtin û li ser çand û hunerê nirxandinên berfireh hatin kirin. Di wê baweriyê de me ku biryarên di konferansê de hatin wergirtin wê bi cih bêne anîn û destketî bêne afirandin.
Ji beşdaran Arîn Serhad jî bal kişand ser girîngiya konferasnê û ev tişt anî ziman: “Beşdarên konferansa me ya duyemîn hemû bi coş û kelecanî bûn. Vê rewşê bandor li konferansê jî kir. Di demekê de ku êrişên li dijî jinê gelekî zêde bûye, gelekî girîng e ku me konferansa xwe lidar xist. Modernîteya kapîtalîst derfetên xwe hemûyan ji bo qirkirina çandî bi kar tîne. Jinên azadîparêz û şoreşger jî li dijî vê qirkirina çandî konferansa xwe pêk anîn. Dema ku mirov bala xwe didin ser konferansa 2’emîn gelek guherîn û veguherînê dibînin. Di heman demê de me dît ku karên çand û hunerê yên li qadên azad gelekî pîroz û girîng e.”
Gulîstan Efrîn jî bal kişand ser armancên xwe û ev tişt got: “Weke endameke Tevgera Kevana Zêrîn tevlî konferansa 2’emîn bûm. Armanca me ew e ku bi deng û gotinên hevpar ên jinên kurd, ereb, suryan, çerkes û tirkmen hunereke hevpar biafirînin.”
Ji beşdaran Sema Kobanê jî ev tişt anî ziman: “Di konferansa me de encamên girîng bi dest ketin. Kevana Zêrîn ne tenê ji bo jinên kurd ava bû, ji bo jinan hemûyan ava bû. Lewma ji bo meşandina vî karî bi xurtî, me konferansa xwe ya 2’yemîn lidar xist.”
Nêrgiz Qamişlo jî diyar kir ku çand, huner û wêje hevdu temam dikigin û ev tişt parve kir: “Beriya her tiştî ji ber ku tevlî vê konferansê bûme ez xwe gelekî bi şens dibînim. Gelek mijarên girîng hatin nirxandin. Bi taybetî li ser qadên çand, huner û wêjeyê nîqaş hatin kirin. Çand, huner û wêje hevdu temam dikin. Wêjeya Kurdistanê heta niha bi rengekî devkî gihîşt vê serdemê. Ji niha û pê ve divê em wêjeya nivîskî xurt bikin. Eger jin nikaribin xwe bigihînin çand û hunereke rasteqîn, ji derve kes nikare xwe bigihîne vê astê. Ev mijar gelekî girîng bû. Divê jin bi şano, helbest, sînemayê xwedî li çanda xwe derkevin û ji xwe bawer bin.”