Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

‘Em ê têkoşîna Elçî ya nîvcomayî dewam bikin’

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hatibû qetilkirin di salvegera 4’emîn a qetilkirina xwe de li gelek bajaran hat bibîranîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku dê têkoşîna nîvcomayî ya Elçî wê wek têkoşîna xwe dewam bikin

Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî 4 sal berê dema li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûra Amedê ji bo parastina dîrokê daxuyanî dida hatibû kuştin. Bi minasebeta bîranîna Elçî li gelek navendan çalakî hatin lidar xistin û parêzer Elçî bi bîr anîn.

Parêzeran li Stenbolê li ber Dadgeha Bakirkoyê bernameya bîranînê li dar xistin û daxuyanî dan. Li ser navê saziyên beşdarvan parêzer Several Ballikaya daxuyanî da. Balikkaya anî ziman ku Tahîr Elçî beriya were qetilkirin rêya kuştina wî di Bakirkoyê de derbas bû û ji ber vê yekê li pêşiya Dadgeha Bakirkoyê kom bûne û got ku li gel hemû hewldan û lêgerînan jî kujerên Elçî nehatine dîtin û ev yek jî dide nîşandan ku daraz di nava helwestek çawa de ye.

Piştî daxuyaniyê hevpîşeyên Elçî qurnefil û wêneyên wî danîn pêş dadgehê û bernameya xwe bi dawî kirin.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ku saziyên hiqûqê û maf jî di nav de jî bi boneya bîranîna Elçî li ber Baroya Îzmîrê daxuyanî dan û wêneyên Elçî hildan. Rêveberên HDP û CHP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Cîgirê Serokê Baroya Îzmîrê Ozgur Yilmazer daxuyanî da û got ku ew ê di rêya Elçî de têkoşîna xwe bimeşînin.

Baroya Mêrsînê jî bi boneya bîranîna Elçî li avahiya xwe daxuyanî da û Elçî bi bîr anî. Seroka Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz daxuyanî da û wiha got: “Elçî tevahiya jiyana xwe li dijî binpêkirina mafan û faîlên ne diyar derket û têkoşiya. Têkoşîna Tahîr Elçî ya nîvcomayî, em wek têkoşîna xwe dewam bikin.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek parêzer jî li ber Dadgeha Mêrsînê Tahîr Elçî bi bîr anîn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Şaxa ÎHD’ê ya Antalya û gelek parêzer bi beşdariya parlamenterê HDP’ê yê Antalya Kemal Bulbul, rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl li Meydana Tahîr Atallos daxuyanî dan çapemeniyê û Tahîr Elçî bi bîr anîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar