Navenda Nûçeyan |
Ji bo dîtina kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar dixin. Ji ber vîrûsa koronayê, ev demeke daxuyanî li ser medyaya civakî tên parvekirin. Di vê çarçoveyê de Xizmên Windayan ên Amedê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li ser medyaya civakî daxuyanî dan.
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 585’an de bi rêya medyaya civakî li avahiya komeleyê bi dirûşma “#BilaWindaBêneDîtinFaîlBêneDarizandin” lêgerîna edaletê berdewam kirin. Li ser navê xizmên windayan û ÎHD’ê, rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê prz. Derya Yildirim axivî û serpêhatiya Orhan Yakar ê di sala 1996’an de li Çewlikê birin operasyonê û di operasyonê de gotin ‘Pê li mayînê kiriye û jiyana xwe ji dest daye’ xwend.
Aqûbeta Orhan Yakar pirsîn
Derya Yildirim da zanîn ku Orhan Yakar ji Bazîd a Agiriyê ye û serpêhatiya wî wiha vegot: “Di sala 1981’an de ji dayik bû. Ji bo debara malbatê hêj di 15 saliya xwe de çû Stenbolê û li wir dest bi kar kir. Car bi car bi rêya telefonê li malbatê digere. Pişti 2 mehan agahî ji Yakar nayê girtin. Li ser vê yekê bav Mehmet Yakar diçe Stenbolê û serî li dozgerî, midûriyeta polîsan û şaxa ÎHD’ê dide û vedigere gundê xwe. Demek şûnde Fermandariya Cendirmeyan a Bazîdê li bav Orhan Yakar geriya û jê re got ku kurê wî li Alaya Cendirmeyan a Çewlikê ye û biçe cenazeyê kurê xwe bigire. Dema diçe alayê jî rayedar jê re dibêjin; ‘Kurê te derketibû çiyê û di 16’ê mijdarê de teslîm bû. Di operasyona 17’ê mijdara 1996’an de dema cih nîşan me da pê li mayinê kir û cesedê wî parçe bû. Ew der ne bi ewle ye û em nikarin cesedî bînin.’ Girtekan jî nîşanî bav Yakar didin lê îmzeya Orhan Yakar tune ye. Bav bêyî cesed vedigere gundê xwe. Malbatê bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û doz vekir. DMME’yê di 22’yê mijdara 2002’an de Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir.”
Dayikên Şemiyê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsîn
Dayikên Şemiyê jî di hefteya 787’emîn de li ser medyaya civakî daxuyanî dan. Di vê hefteyê de dayikan aqûbeta rewşenbîrên ermen ên ku di 24’ê nîsana 1915’an de hatin binçavkirin û hatin windakirin pirsîn. Li ser navê xizmên windayan keça Fehmî Tosun ê di binçavan de hatibû windakirin, Jiyan Tosûn axivî.
Tosun diyar kir ku Qirkirina Ermenenan bûye sedema êşên giran û wiha got: “Kujerên ku rewşenbîrên ermen winda kirin, piştî 80 salan bavê min jî bi heman awayî winda kirin.” Li ser navê neviyê rewşenbîrên ermen ku di bin çavan de hatibûn windakirin rojnameger Pakrat Astûkyan axivî û ev tişt anî ziman: “24’ê nîsan her wiha destpêkirina sûcên mirovahiyê ye. Windakirinên di bin çavan de di dema Qirkirina Ermenan de dest pê kir. Di rastiyê de kujer diyar in lê weke nediyar tên nîşandan. Li Tirkiyeyê bêcezahiştin, bûye polîtîkayek.”
Daxuyaniya vê hefteyê jî ji hêla endama Komîsyona Windakiriyên Di Bin Çavan de ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Zeynep Yildiz ve hate xwendin. Yildiz wiha got: “Di 24’ê nîsana 1915’an de bi fermana Talat Paşa li dijî rewşenbîrên ermen operasyon hatibû destpêkirin. Hikûmet ji van windayan berpirsyar e. Ji van mirovan kêlekên gorên 174 kesan jî tunene. Di qeydên fermî de jî hatiye nivîsandin ku van kesan fîrar kiriye yan jî hatine berdan. Polîtîkayên înkarê ku rê neda bi vê heqîqetê re hevrû bibin, bûne sedema domandina qirkirina rewşenbîr û welatiyan. 24’ê nîsanê bûye destpêka windakirinên bi komî yên di bin çavan de. Em ê têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê bidomînin.”