Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Em ê tu carî vî dîwarê qebûl nekin’

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê li ber lêkirina dîwarê di navbera Şengalê û rojavayê Kurdistanê de rabû û destnîşan kir ku wê tu carî vê hewldanê qebûl nekin

Li hemberî lêkirina dîwarê ku hikumeta Iraqê di navbera Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de lê dike, Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê li gel nûnerên hemû saziyan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan ê li Şengalê hate dayin û hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo daxuyaniyê xwend.

Di daxuyaniyê de fermana 3’yê tebaxa 2014’an hat bibîrxistin û hat ragihandin ku di dema fermanê de PKK û gerîlayên Kurdistanê li ber tarîtiya DAÎŞ’ê şer kirine û ew ji fermanê rizgar kirin.

Meclisa Rêveberiya Xweser wiha got: “Niha jî artêşa Iraqê di navbera Rojava û Şengalê de dîwar lê dike, beton datîne. Şervanên PKK’ê di vî sînorî de korîdora mirovî vekirin û bi hezaran êzidî û pêkhateyên din rizgar kirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şengal a xwe bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye, êdî Şengal a berê nîne û ev tişt hat gotin:”Em weke civaka êzidî û hemû pêkhateyên din ên li Şengalê bi rengekî azad û demokratîk bi hev re dijîn. Ev yek jî bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê ye.”

Bi navê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li hemberî dîwarê di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin ev helwest hat nîşandan:”Bi navê Rêveberiya Xweser em çêkirina vî dîwarî şermezar dikin û tu carî qebûl nakin. Ji ber ku dîwar çûn û hatina herdu aliyan qut dike. Ev rêgeh ji bo me êzidiyan rêya rizgariya ji her cure êrîşan e.”

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir:”Em bang li cihên pêwendîdar dikin ku dest li vê yekê werdin, ji bo ku lêkirina vî dîwarî bê rawestandin û dawî li neheqiya li ser pêkhateyên Şengalê bê anîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar