Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Em ê vê salê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’

Endama HPJ'ê Viyan Rojhilat diyar kir ku hêzên sîstema kapîtalîst bi rêya komployê êrîşî gelê kurd û nirxên mirovahiyê kirine; li dijî vê yekê divê xwedî li Rêber Apo bê derketin

Navenda Nûçeyan |

Endama Hêzên Parastina Jinan a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Viyan Rojhilat bi wesîleya salvegera 23’yan a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Viyan Rojhilat diyar kir ku hêzên komploger bi vê komployê xwestin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevahiya gelê kurd û mirovahiyê zindanî bikin û wiha got: “Em jî weke ciwanek kurd, gerîlayek jin vê komployê şermezar dikin. Bi taybetî jî wekî jinên kurd em ê bi têkoşînek xurt xwedî li Rêber Apo derbikevin.”

Serokê hemû gelên bindest

Rojhilat destnîşan kir ku divê tevahiya jinên Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojava xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin û ev tişt anî ziman: “Serokatî ne tenê Serokê gelê kurd e; Serokê tevahî gelên bindest e. Serokatî xwedî li nirxên mirovahiyê, nirxên jinan derket. Yê ku îro hiştiye ku jin li ser piyan bisekinin, Serokatî ango Rêber Apo ye. Xwestin di şexsê Rêber Apo de tevahî jinan tune bikin, bixîn nava çar dîwaran. Ji bo vê jî wekî jinên ciwan, wekî jinên rojhilatê Kurdistanê lazim e em bi xurtî xwedî lê derkevin. Wekî ku destpêkê jî, çawa ciwanên rojhilatê Kurdistanê xwedî li Serokatî derketin divê di vê salê de jî xwedî li Rêber Apo derbikevin û vê salê bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

Xwedî li Serokatî derkevin

Endama HPJ’ê Viyan Rojhilat anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî zêde di mijara jinan de têkoşiyaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî ku li nava çar dîwaran jî bû, di vê mijarê de têkoşîneke mezin meşand. Ji bo vê jî bi taybetî jinên rojhilatê Kurdistanê pêwîst e bi xurtî xwedî lê derkevin. Bangawaziya me ji bo tevahî gelê me yê rojhilatê Kurdistanê ye ku xwedî li Rêber Apo derbikevin. Xwedîderketinek welê bike ku xwe hê zêde bi rêxistin bikin, ji pergala Îranê birêvin, beşdariyek xurt li nava refên gerîla, li nava PJAK’ê çêbikin. Ya ku wan azad bike, vê fikra azadiyê bide wan ev tevlibûn e. Ya ku derbê li pergalê bide, derbê li pergala ku Serokê me dîl girtiye bide; ev tevlibûne. Ji bo vê jî beşdariyeke wiha ji gelên rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê tê xwestin. Ji ber ku Serokatî xwedî tevahî mirovahiyê, tevahî nirxên mirovahiyê derket. Îro em wek gel, wek gerîla deyndarê Rêber Apo ne, divê em deynê xwe razî bikin. Dîsa divê em di rojek wiha de xwedî li Serokatî derbikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar